Amed
Fîlmên ku di 19'emîn Mîhrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Enqereyê de hatin nîşandayîn, niha li Amedê derdikeve pêşberî temaşevanan.
Festîvala bi organîzasyona Şaredariya Yenîşehîra Amedê û DSM'ê (Navenda Hunerê ya Amedê) hate lidarxistin dê heta 29'ê mehê bidome. Festîval 22'yê bi fîlmê "Ji hundirê Neynikê" despê kir.
Li ser festîvalê Şaredarê Yenîşehîrê Firat Anli li ser festîvalê kêfxweşiya xwe anî ziman û got: "Li Amedê bi sernavê sînemayê, me dixwest em bernameyek hîn mezintir pêk bînin. Daxwazek mezin hebû. Li gel ku di branşên din de gavên erênî hatine avêtin, sînema hinekî li paş dima. Wekî Şaredariya Yenîşehîrê em dê her tim li cem sînemahezan bin. Amed wekî ku ji bo gelek beşên din wê ji bo beşa sînemayê jî bibe navenda herêmê. Bajarê me heta hefteyêkê wê bi sînamayê re be."
Di sînemaya Galerîa Yenîşehîrê û li sînemaya DSM'ê temaşevan dikarin li fîlman û belgefîlman temaşe bikin.