Diyarname
Li Almanyayê anketek li ser hilbijartinê çêkirin û HDP bû partiya duyemîn. Ji anketê encamên balkêÅŸ derketin.
Li Almanyayê mîlyonek, 404 hezar û 987 hilbijêrên tirk* hene. Ew dê di vê hilbijartina 7'ê pûÅŸperê ya li Tirkiyeyê de deng bidin. Åžîrketa Lêkolînê Ethno-Forschung Germany di navbera 4-12'yê vê mehê de li ser hilbijartinê anketek çêkir. Ji bo anketê bi 3 hezar kesî re hevdîtin hate kirin. Li gor vê Li Hambur, Rena Bakur Vestfalya, Berlîn, Nurnberg û Frankfûrtê anket hate çêkirin. Di anketê de bi 1200 jin û 1800 mêrî re hevdîtin hate kirin û pirs ji wan hatin kirin.
Li gor anketê ev encam derket:
AKP: Sedî 60,8
HDP: Sedî 17,2
MHP: Sedî 11,9
CHP: Sedî 10,1
Yên anket çêkirine nirÅŸandin jî kirine. Di nirxandinê de gotine ku encamên vir dê ne kesên hê biryar nedane ku dê dengê xwe bidin kîjan partî, beÅŸdariya hilbijartinê dê diyar bike.
Di anketê de sedî 52'yê jinan deng dane AKP'ê, sedî 67'ê mêran deng dane AKP'ê. Ji yên ku zanîngeh xilas kirina serî 28 gotina ezê dengê xwe bidin HDP'ê, sedî 24 CHP û sedî 15 MHP.
*Têbiniya Diyarnameyê: Li Almanyayê tirk, kurd û gelên din ên li Tirkiyeyê wekî "tirk" têne hesibandin, anket jî bi vî awayî hatiye diyarkirin.