Diyarname
Li Kirgizistanê nîqaşa derbasbûna Alfabeya Latînî didome. Lê Serokomarê Kirgizistanê Sadir Caparov dijî projeya bikaranîna Alfabeya Latîn derket.
Li Kirgizistanê jî wekî gelek welatên li Kafkasyayê û Rusyayê alfabeya Kirîlî tê bikaranîn. Piştî ku şerê Rusya û Ûkraynayê çêbû li Kirgizistanê nîqaşa dest jê berdana alfabeya Kirîl ji nû ve geş bû û komek jê dixwazin welat derbasî alfabeya Latînî bibe.
Serokomarê Kirgizistanê Sadir Caparoj ji bo ajansa fermî ya welat Kabarê axiviye û gotiye, "Tu şik nîn e, divê zimanê fermî yê dewletê bi alfabeya Kirîlî bidome."
Li Kirgizistanê ligel kirgizî, rusî jî wekî zimanê fermî tê bikaranîn. Tirkiye dixwaze Kirgiz derbasî alfabeya Latîn bibin.
Li Kafkasan Tirkmenistanê dest ji alfabeya Kirîlê berdaye û alfabeya Latînî bitar tîne. Kirgizistan, Tacikistan, Kazakistan alfabeya Kirîlî bikar tînin. Ozbekistan piştî têkçûna Yekîtiya Sovyetê û vir ve her du alfabeyan jî bikar tîne.


