Ayşe Yildirim
Wekîlê Serokê Koma CHP'ê Ozgur Ozel şeva çûyî di CNN Turkê de li ser biryara "raçavkirina siyasî-şopandin" a Meclisa Perlementerên Konseya Ewropayê (MPKE) digot, "Em xemgîn bûn, lê hemû mebûsên CHP'ê li hemberî Tirkiyeyê deng bikar neanîn." Û peyvek şaşwaztir dianî ziman:
"Em giliyê Tirkiyeyê nakin."
Tirkiye ne tenê endam di heman demê de di nav avakarên MPKE'yê ye. Ozel helwesta CHP'ê ya di dengdayînê ya MPKE'yê de diparast. Di dengdayîna MPKE'yê de CHP'yî ligel AKP'yiyan tevgeriyabûn. Tiştê digot ev bû. Ji bo saziya ku endamê wê ye, ji bo civaka nûneriya wê dike raste rast derew dikir.
Ji ber ku ji bo rapora dibêje "Li Tirkiyeyê demokrasî, hiqûq û mafên mirovan nîn e" gotibûn "Na".
Ne tenê Ozel, Deniz Baykalê bi xwe beşdarî dengdayînê bûbû jî bi heman awayî diaxivî. Biryara ku MPKE'yê girtibû rexne dikir.
Ew Balkal e ku çend meh berê dema Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mêrdînê Ahmet Turk hatibû binçavkirin bi bezê çûbû cem malbata wê. Dema Turk hatibû berdan çûbû Mêrdînê, li Qesra Kanco bûbû mêvanê Turk, qala dostanî, aştî, hiqûqê kiribû. Gotibû ew dizane ew çi êşê dikişînin, dema meseleya kayyûmê rexne kiribû jî gotibû. "Dest danîn ser şaredariyan jî, hûn dizanin, hûn di nav de ne."
Baykalî dengdayîna paketa Zagona Bingehîn a li meclisê jî rexne kiribû û gotibû: "Di dema bi dûzineyek mebûs beşdarî meclisê nebûbûn de ev yek nayê kirin."
Yanê bi awayekî veşarî bal kişandibû ser girtina mebûsên HDP'ê. Lê ew Baykal di dengdayîna ku bi xwe be beşdar bûbû de bi yek carî ev gotinên xwe xwaribûn.
Baykal beşdarî gotina MPKE'yê "li Başûrêrojava siyasetmedarên kurd, şaredar têne binçavkirin, kayyum ji dêvla wan tê qeywirdarkirin" nebûbû. Dîsa beşdarî gotinên Meclis bila şaredariyên bin çavan de berde û demokrasiya herêmî ya li Başûrêrojhilat restore bike jî nebûbû. Ne tenê ev, MPKE'yê dîtinên Komîsyona Venedîkê bibîr xistibûn, xwestibûn mebûs bêne berdan û carek din biryara destnedana wan bi paş ve bê dayîn, lê Baykal beşdarî vê jî nebûbû.
Ligel Baykal, Îlhan Kesîcî, Haluk Koç, Gulsum Bilgehan jî beşdarî van dîtinan nebûbûn.
Di dengdayîna hin xalan de CHP'yiyên deng didan bêalî mabûn lê di dengdayîna temamê raporê de biryara "na" dabûn.
A rast meseleya li Tirkiyeyê rojnameger çawa di bin çewsandinê de ne, bi dehan rojnameger girtîne, wan ev yek veşartibû; bi KHK'yan bi herazan kes ji karê xwe hatibûn avêtin; daraza serbixwe nemaye, wan ev yek jî înkar dikir. Yanê ji bo rapora ku hemû binpêkirinên li Tirkiyeyê dianî ziman ligel AKP'yiyan "na" gotibû.
Dema ew Edîrneyê derbas dibin, dibin AKP'yî. Bi ser de jî wan ev yek bi hestên "dewletparêz û neteweyî" ev kirina xwe diparast. Jixwe wan giliyên Tirkiyeyê ligel Rojavayê nekiribû.
Wekî hêştirmeyê.
Wan digot qey alem kor e, millet serserî ye.
Bêşik CHP'ê bi vê kirina xwe hem li hundir hem li derve derbeyek şikestina "Baweriyê" xwar.
CHP'yê ku MPKE hem "biyanî" hem "ne neteweyî" dîbîne, ji bo referandûmê dê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bide, lê dê vê yekê çawa bîne ziman.
'Em li hundir jî derve jî wekî hev diaxivin'
Ji Tirikyeyê tenê mebûsên HDP'ê Filiz Kerestecioglu û Ertugrul Kurkçu piştgirî dan raporê. Ji ber vê yekê ji aliyê çapemeniya alîgir ve ew wekî "xayîn" hatin îlankirin. Kesertecioglu dibêje berî rapora MPKE'yê herî hindik 10 rapor pêşkêş kirine, xwestine li gor van tevbigerin û wisa didomîne: "Li ser vê rexne li me hatibûn kirin. Me her carê li Meclisê ev anîbûn ziman. Dinya êdî cihek gerdûnî ye. Êdî tenê bi sînorê welat ve nikare bê vegotin. Em mecbûr in prensîbên demokrasî, mafên mirovan, serdestiya hiqûqê ji bo her welatî biparêzin. Tiştê ku em dikin jî ev e. Em li Tirkiyeyê cuda li Ewropayê cuda neaxivin. Kesên li Tirikeyê binpêkirina mafan rexne dikin li vê derê berevajî dibêjin mirov nikare wan fêm bike. Ger tu endamê MPKE'yê bî divê li gor vê yekê tu tevbigerî."
27.04.2017, Cumhuriyet
Wergera ji tirkî. Diyarname
**
Nûçeya eleqedar:
- MPKE'yê ji nû ve Tirkiye girt bin raçavkirinê