Diyarname
Mebûsê HDP'ê Sirri Sureyya Onder li ser Nuriye Gulmen û Semih Ozakça kurtefîlmekî kişand.
Nuriye Gulmen û Semih Ozakça ji 9'ê adara 2017'an ve di greva birçîbûnê de ne. Tekane daxwaza wan heye: Vegerin ser karên xwe. Lê ne karê wan, te mafê wan teslîmê wan kirin; bi ser de ew girtin û tewqîf kirin. Gulmen û Ozakça di girtîgehê de jî dest ji greva xwe bernedan. Li ser wan derhêner û mebûs Onder kurtefîlmekî bi navê "Yaşiyor" (Dijî) kişand. Senaryoya kurtefîlm Tufan Taştan nivîsiye. Kurtefîlm bi ser youtube re hat belavkirin.
Em vê pêşkêşî we dikin: