Diyarname
Lijneya Hilbijartinê ya Bilind hejmara mebûsên li bajaran eşkere kir. Li gor vê li hin bajarên kurdan hejmara mebûsan zêde, li hinan jî têm bû.
Biryara ji nû ve sazkirina hejmara mebûsên li bajaran di Rojnameya Fermî de hate weşandin. Li gor vê biryarê li Stenbolê hejmara mebûsên ku wê li Stenbolê bêne hilbijartin ji 70'yî derket 84'an. Di hilbijartineke nû de wê li ser navê Stenbolê 84 mebûs herin meclisê. Piştî Stenbolê Enqere tê ku li wê derê jî hejmar ji 29'an derket 31'ê. Yê Îzmîrê jî ji 24'an derket 26'an.
Li bajarên kurdan jî di vî warî de hin guhartin pêk hatin. Li Amedê hejmara mebûsan ji 10'an derket 11'an. Ji Entabê ji 10'an derket 12'an, li Wanê ji 7'an derket 8'an, li Şirnexê ji 3'yan derket 4'an. Berevajî van li Agirî ji 5'an daket 4'an, li Bedlîsê ji 4'an daket 3'yan, ji Erzeromê ji 7'an daket 6'an, li Meletî ji 7'an daket 6'an û ji Erzîncanê jî ji 3'yan daket 2'yan.
Li hin bajaran jî hejmara mebûsan neguherî. Li gor vê jî li bajarên din ên kurdan hejmar mebûsên ku dê bêne hilbijartin wisa ye:
Îdir: 2
Semsûr: 5
Çewlik: 3
Elezîz: 5
Culemêrg: 3
Qers: 3
Mereş: 8
Mêrdîn: 6
Mûş: 4
Sêrt: 3
Dêrsim: 2
Riha: 11
Batman: 4
Erdexan: 2
Bi giştî li Tirkiyeyê 550 mebûs ji bo meclisê têne hilbijartin.