Diyarname
Meclisa Parlementerên Konseya Ewropayê (MPKE) îro di civînê de rewşa Tirkiyeyê nirxand û paşê dengdan çêkir. Li hemberî 45 dengan bi 113 dengan Tirkiye ji Nû ve girtin bin raçavkirinê.
Berî dengdanê rûniştina bi sernavê "Li Tirkiyeyê Birêvebirina Saziyên Demokratîk" li dar ket û di rûniştinê de hat xwestin ku Tirkiye carek din bikeve bin raçavkirina Konseyê ku di sala 2004'an de ji vir derketibû. Bi vê yekê di dîroka Yekîtiya Ewropayê de yekem car welate ji raçavkirinê hatiye derxistin û dîsa ketiye bin raçavkirinê.
Welatên din ên di bin raçavkirina siyasî de ne ev in: arnawûtlûk, Ermenistan, Azerbaycan, Bosna Hersek, Gurcistan, Moldova, Federasyona Rusyayê, Sirbistan û Ûkrayna.
Ji bo raçavkirinê raportorên MPKE'yê ji Estonyayê Marianne Mikko û ji Norwecê Ingebjorg Godskesen rapor amade kirin. Di raporê de piştî ragihandina Rewşa Awarte ya li Tirkiyeyê biryarên hikumet dide têne rexnekirin, tê diyarkirin ku bê rêveberinia saziyên demokratîk a li Tirkiyeyê bi awayekî cidî xira bûye.
Komîteyê bal kişand ser rapora Teşkîlata Hevkarî û Ewlehiya Ewropayê ya li ser referandûmê ku referandûm bi awayekî adil li dar neketiye, meşrûbûna referandûmê hat nîqaşkirin û hat xwestin ku YSK (Lijneya Bilind a Hilbijartinê) îdîayên derketine holê lêkolîn bike.
Mebûsên HDP, AKP û CHP'ê çi deng dan?
Di dengdanê de 11 mebûsên AKP'ê, 4 yên CHP'ê û 2 yên HDP'e hebûn. HDP'yiyan xwest Tirkiye bikeve bin raçavkirinê. Di dema dengdanê mebûsên HDP'ê Ertugrul Kurkçu û Filiz Kerestecioglu wekî "erê" deng da, mebûsên CHP'ê Deniz Baykal, Haluk Koç, Gulsum Bilgehan û îlhan Kesîcî ligel mebûsên AKP'e Zuhal Topçu, Markar Esayan, Mehmet Kasim Gulpinar, Suat Onal, Salih Firat, Talip Kuçukcan, Erkan Kandemir, Emine Nur Gunay, Serap Yaşar û Burhanettin Uysal dengên "na" da û dijî raporê derketin.
Berî dengdanê komîteya raçavkirinê xwest Tirkiye heta 2018'an bikeve pêvajoya raçavkirinê.
Her wiha pêşniyarname hat dayîn ku Tirkiye konvansiyona rêveberiyên herêmî ya Yekîtiya Ewropayê binpê dike û hat xwestin Hevserokên HDP'ê û Hevşaredarên DBP'ê bêne berdan.
Ev tê ci wateyê?
Pêvajoya raçavkirinê nîşan dide ku kîjan welat di kîjan "lîga demokrasiyê" de ye. Welatên lê demokrasî bi pirsgirêk be digirin bin raçavkirinê. MPKE ji Tirkiyeyê dixwaze di nav sala 2018'an de hin gavan biavêje. Di nav van gavan de rakirina Rewşa Awarte, betalkirina KHK'yên (Biryarnameyên di Hukmê Zagonê de) vê demê hatine derxistin.