Diyarname
Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) ji bo 32'yemîn salvegera xwe şahiyeke mezin li dar dixe. Şahî 16'ê mehê ye.
NÇM'ê ji bo 30 saliya xwe jî xwestibû salvegera xwe bi şahiyeke mezin li dar bixe lê hatibû qedexekirin. Li ser vê yekê parêzerên NÇM'ê serî li dadgehê dabû û dadgehê ew mafdar dîtibûn. Dadgehê ev biryar wekî "dijî zagon û hiqûqê" qebûl kiribû. Dadgehê di meha tîrmeha îsal de ev biryar dabû. Niha NÇM ji bo salvgera xwe ya 32'yemîn carke din amadehiya konsereke mezin dike.
NÇM'ê di agahiya ku belav kiriye de wisa gotiye, "Ev zext û zordariya li ser civak û hunerê tê meşandin. Li hemberî vê rewşê, seknekî û hunerekî soreşgerî pêwîst e. Bi vî rihî, em ê di vê çarçoveyê de, salvegera NÇM’yê ya 32’yemîn bi şîara ‘ROJA AZAD HUNERA AZAD‘ em ê konsera xwe pêkbînin."
NÇM'ê bi vî awayî banga beşdarî kiriye, "Em bang li hemû gelê xwe dikin ku werin bi hev re em dengê xwe ji bo azadîyê bilind bikin."
Di konserê de Koroya NÇM'ê, hunermend Yelda Abbasî, Alî Dogan Gonultaş û Dengbêj Kazo wê derkevin ser dikê. Konser 16'ê mehê saet 18'an de li Salona Yahya Kemal Beyatli ya li Kuçukçekmeceya Stenbolê li dar bikeve.


