Enqere
Serdozgerê Komarê Abdurahman Yalçikaya sibê dê fikrên xwe bi devkî ya li ser DTP'ê ragihîne Dadgeha Zagona Bingehîn.
Danişîna doza girtina DTP'ê sibê dikeve merheleyeke din. Serdozgerê Komarê Abdurahman Yalçinkaya sibê li ser dozê dê fikrên xwe bi devkî pêşkêşî Dadgeha Zagona Bingehîn bike. Li ser vê yekê DTP'ê jî divê vê 26'ê mehê parastina xwe ya bi devkî bikira lê ji dadgehê dem xwest û dadgehê jî heta 16'ê rezbera 2008'an dem da DTP'ê. Di vê dîrokê de dê yan Serokê Giştî yê DTP'ê yan jî kesek ku Serokê Giştî destnîşan kiriye dê here dadgehê û parastina DTP'ê ya bi devkî pêşkêşî dadgehê bike.
Piştî vê pêvajoyê raportorê Dadgeha Zagona Bingehîn dê rapora xwe ya bingehîn amade bike. Divê dema amadekirina raporê de ha Serdozgeriya Dadgeha Bilind, ha DTP'ê dê bikaribe delîlên nû pêşkêş bike.
Piştî ku raporê hatiye amadekirin li 11 endamên Dadgeha Zagona Bingehin bê pêşkeş kirin dê Serokê Dadgehê Haşim Kiliç ji bo civandina van 11 endaman rojeke diyar bike. Ev endam dê li hev bicivin û biryareke bidin.