Diyarname
Saziyên kurdî ku di warên cur bi cur de li ser kurdî xebatê didomînin li ser 21'ê Reşemî Roja Zimanê Zikmakî ya Navneteweyî bi hev re daxuyaniyeke nivîskî bi kurmancî, kirmanckî û îngilîzî belav kirin.
Em daxuyaniya saziyên navên wan li jêr ên bi kirmanckî û kurmancî belav dikin.
Kerem bikin:
"21'ê Sibate Roja Ziwanê Dayike ya Cîhanî Pîroz Bo
Emser, ma bi felaketêka girde ya erdlerzî dekewenê 21ê Sibate. Yeno vatene ke no erdlerz tesîrê 15 mîlyon însanî kerdî û bi hezaran însanan zî dinyaya xo bedilnaya û hema bi hezaran însanî zî binê xirban de yê û bi mîlyonan însanî zî bê war û bê sitargeh mendî. Ma sey sazgehanê ziwanê kurdkî, şarê xo rê serweşî û şîfa wazenê. Ma dejanê şarê xo zerrî ra hîs kenê.
No erdlerz, çend afetêko xozayî bo zî, rîyê bêeleqayîya îqtîdarî ra, rîyê rant û talanî ra û bi taybetî Kurdistan de rîyê hişmendîya dişmentî û îşxalkerîye ra, no erdlerzo xozayî şarê ma rê bî sey felaketêka girde. Eke wextê xo de tedbîrî biameyêne girewtene û erdlerzî ra dima zî bi lez û bez mudaxele biameyêne kerdene, ewro hende însanî nêmerdêne.
Bi nê afetî ma reyna dî ke, no sîstem seba cuya merdiman çend bêeleqa yo. Hetêk ra şar bi xo wazeno xo na felakete ra pak bikero û hetêk ra zî no îqtidar wazeno ke nê erdlerzî goreyê xo bixebitno ke demografîyaya nê bajaranê ma bibedilno û asîmîlasyonê nê cayan hîna bileze bikero. Coka herinda ke mexdûranê erdlerzî bero bajaranê cîranan de bi ca bikero, înan beno bajaranê tirkan û dûrê bajaranê kurdan de bi ca keno. No nêno qebulkerdene!
Senî ke erdlerzî bêeleqayîya dewleta tirke vete meydan, eynî wina faşîzmo ke kurdan, ziwanê kurdkî û bextwaştoxan ser o yo, vete meydan. Xeylê însanê ke binê xirban de mendbîyî, seba ke nêeşkîyayêne tirkî qisey bikerê, tersayê ke bi ziwanê xo yê dayike qisey bikerê û hetkarî biwazê. Çunke tersayê ke, eke tirkî qisey nêkerê, do hetkarî nêra. Vejîyeno meydan ke, no sîstem, senî kesanê netirkan û tirkînezanan rê mergî ferz keno. Û sewbîna zî, erdlerz xeylê bajaranê kurdan de qewmîya, la reyna zî no sîstem yew cayê hetkarîwaştişî de zî ca nêda ziwanê kurdkî û êyê ke tirkî nêzanê, merg înan ferz kerd. Nimuneyo ke tewr zaf çiman ver de yo, Sazgehê YİMERî yo. Nêhesibnayîşê kurdkî nêhesibnayîşê kurdan o.
Senî ke şarê kurd bi serran o ke vera faşîzmî têkoşîn keno, wayîrê ziwanê xo vejêno, paştîdayîş û rêxistinbîyayîşê xo xurt keno û estbîyayîşê xo paweno, bi na felakete fam bî ke, çîyo ke ma bipawo û destê nê sîstemî ra bixelisno, paştîdayîş û rêxistinbîyayîşê şar o. Eke rêxistinbîyîş û paştîdayîşê şarê ma nêbîyêne, do encamê na felakete hîna giran bibîyêne. Hewce keno ke ma nê rêxistbîyayîşî hîna aver berêî. Çunke rayîrêko bîn çin o ke ma xo nê sîstemê kiştoxî ra bixelisnê.
Ma sey sazgehanê ziwanê kurdkî bi wesîleyê 21ê Sibate Roja Ziwanê Dayike ya Cîhanî, wazenê dîyar bikerê ke ma her şert û mercan de hetê şarê xo û ziwanê xo de yê. Û şarê xo însafê nê sîstemî rê nêverdanê û heta peynîye seba perwerdeyê bi ziwanê kurdkî do têkoşîn bikerê."
**
"21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê Pîroz Be
Îsal em bi karesateke mezin a erdhejê pêşwaziyê li 21ê Sibatê dikin ku bi ser gelê me de hatiye. Tê gotin ku vê karesatê rasterast bandor li 15 mîlyon mirovî kiriye û ji ber wê bi deh hezaran mirovan jiyana xwe ji dest daye û hîna bi hezaran kes di bin kavilên avahiyan de ne û bi mîlyonan kes jî bê cih û war mane. Em wek saziyên zimanê kurdî bi vê minasebetê kesên ku jiyana xwe ji dest daye serxweşiyê ji malbatên wan re û ji gelê xwe re dixwazin û ji kesên birîndar re jî şîfaya xêrê dixwazin û dibêjin ku em xwe hevparê vê xemê dizanin.
Her çend ev karesat karesateke siruştî be jî, ji ber xemsariya desthilatdaran, ji ber rant û talanê û bi taybetî jî, li Kurdistanê ji ber hişmendiya dijminane û dagirkeriyê vê karesatê encamên pir xerabtir derxistin holê. Eger di roja roj de tedbîrên pêwîst bihatina girtin û piştî erdhejê zû mudaxele bihata kirin, îro bi deh hezaran mirovan jiyana xwe ji dest nedida. Vê karesatê dîsan nîşan da ku ev pergal di mijara jiyana mirovan de çi qas zêde xemsar e.
Li aliyekî mirov hewl didin ku ji vê karesatê bi saxî bifilitin û li ser pêyan bimînin, li aliyekî din jî dewleta tirk dixwaze vê karesatê bike wesîleyeke wisa ku demografiya van bajarên me biguherîne, pişaftinê li wan deran pêşvetir bibe. Lewma jî li şûna ku lêqewimiyên erdhejê li bajarên din ên kurdan yan li bajarên nêzîk bi cih bike, wan dibe li bajarên tirknişîn û dûr ji bajarên kurdan bi cih dike. Guhertina demografiyê jî awayekî din ê pişaftin û qirkirinê ye. Ev yek nayê qebûlkirin!
Erdhejê çawa ku xemsariya dewleta tirk a li hember jiyana mirovan derxiste holê, di heman demê de faşîzma li ser gelê kurd û zimanê kurdî û ya li ser penaberan jî derxiste meydanê. Gelek kesên ku di bin kavilan de mabûn, ji ber ku bi tirkî nezanîne, tirsiyane ku eger bi zimanê xwe yê dayikê bibêjin “hawar”, kes dê bi hawara wan ve neçe. Lewma dengê xwe dernexistine. Ev rewş nîşan dide bê ka çawa ev pergal kesên netirk û tirkînezan mecbûrî mirinê dike. Bi heman awayî, tevî ku ev erdhej li gelek bajarên kurdan pêk hatibe jî, xetên telefonê yên hawarçûnê û saziyên ku ji bo lêqewimiyên erdhejê hatine avakirin da ku ew bi rêya wan cihê xwe diyar bikin yan jî pêwîstiyên xwe bînin ziman, di wan de bi tu awayî cih nedane zimanê kurdî. Mînaka herî berbiçav jî saziya bi navê YİMERê ye. Tunehesibandina kurdî tunehesibandina kurdan e!
Çawa ku bi salan e gelê kurd li hember vê faşîzmê tê dikoşe, xwedî li zimanê xwe derdikeve, hevgirtin û rêxistinbûna xwe zêdetir dike da ku hebûna xwe biparêze, bi vê karesata giran derkete holê ku tiştê ku hebûna me biparêze, tiştê ku me ji destên vê pergalê xelas bike, hevgirtin û rêxistinbûna gel e. Hevgirtin û rêxistinbûna gelê me nebûya, dê encamên vê karesatê pir zêdetir bûbûna. Pêwîst e ji niha û pê de em vê yekê pêşvetir bibin. Ji ber ku rêyeke din nîn e ku em xwe ji vê pergala mirovkuj û zimankuj rizgar bikin.
Em wek saziyên zimanê kurdî bi boneya 21ê Sibatê, Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî, dixwazin destnîşan bikin ku em di her şert û mercî de li ba gelê xwe ne, li ba zimanê xwe ne û gelê xwe û zimanê xwe ji însafa pergalê re nahêlin û em ê heta dawiyê ji bo perwerdeya bi zimanê kurdî tê bikoşin."
Enstîtuya Kurdî ya Amedê – Amed
Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê – Stenbol
Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Avestayê – Îzmîr
Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Botan – Sêrt
Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Feradê – Semsûr
Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Arî-Derê – Êlih
Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê – Amed
Komeleya Navenda Lêkolînên Ziman, Çand û Hunerê ya Arsîsayê – Wan
Komeleya Wêjekarên Kurd – Amed
Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek – Cizîr
Komeleya Ziman, Çand û Hunerê ya Enqayê – Enqere
Kovara Destar – Amed
**
Nûçeya Eleqedar:
- Arî-Der: Hezkirina Ziman Hezkirina Welat e'