Diyarname
Heta niha di serî de li Stenbolê li gelek bajaran hunermendên ciwan ên kurd li kuçeyan xebata muzîkê dikirin, stran digotin. Lê van demên dawî qedexeyeke ne hiqûqî li ser wan heye. Herî dawî çend roj berê li Stenbolê komek ji van muzîkaran ku li Kolana Îstîklalê bi kurdî distran hatin asteng kirin; ev yek jî têrê nekir hatin binçavkirin. Her çiqas Walîtiya Stenbolê îdîa kir ku rê tê girtin, ji ber wê mudexeleya wan hatiye kirin jî, rastî tiştek din e. Û îro ev qedexe hat şermezar kirin.
Li Amed, Batman û Mêrdînê endamên Ma Musîk, Med-Der, MEBYA-DER, TMMOB'ê, dîsa endamên Tevgera Jinên Azad û endamên HDP'ê li kuçeyan bi stranên kurdî û bi gerandina govendê ev qedexe protesto kirin.
Li Stenbolê jî Endamên Tevgera Jinên Azad û endamên Navenda Çanda Mezopotamyayê li Kolana Îstîklalê hatin ba hev û stran gotin. Wan bi vê çalakiyê qedexeya li ser muzîka kurdî şermezar kirin.