Diyarname
Oskar Schindler wekî karsazekî alman û ajanekî Naziyan d ihat nasîn. Lê di heman demê de wî 1200 cihû wekî "karkerên kole" dabû xebitandin û bi vî awayî kiribû ku Nazî wan nebin kampan û nekujin. Schindler ew di fabrîkeya xwe ya li Komara Çek dabûn xebitandin. Nila Weqfa Oskar Schindler biryar girt ku ev fabrîkeya kevn a Schindler bikin abîde.
Weqfê di meha gelawêja îsal de rêveberiya fabrîkeya kevn û di asta kavilbûnê de a li bajarê Brnenec de girtibû ser milên xwe. Weqf plan saz kiriye ku fabrîkeyê restore bike û di sala 2019'an de wekî Abîdeya Komkujiya Cihuyan saz bike.
Di sala 1993'yan de derhêner Stevin Spielberd bi navê "Lîsteya Schindler" fîlm li ser Schindler kişandibû bi vê Oskar Schindler (1909-1974) navdar bûbû. Li gor fîlm Schindler navê kesên divê bêne parastin di lîsteyek de nivîsandibû. Fîlm xelata Oscarê jî di nav de gelek xelat girtibû.
Fabrîkeya navborî li Brnenecê nêzî kampek kevn a Naziyan e û ji sala 2010'an ve ji bo mêvanan vekiriye. Serokê Weqfê Jaroslav Novak got ku li Komara Çem ev avahî wekî tekane kampan naziyan maye û yek ji avahiyên gelek tê nasîn e. Tê gotin ku dema fabrîke bikin abîde dê hê zêdetir mêvan werin serdanê.
Ji lîsteya navên karkerên wê demê çar lîste hene. Yek jê ku têde nav, paşnav, dîok û pîşeya 801 karkerên cihû hebû di sala 2013'yan derxistin mezatê. Ji bo lîsteyê 3 mîlyon dolar xwestin lê nehat firotin. Ji van lîsteya yek jê li Muzeya Komkujiyê ya DYA'yê de, didu jî li Muzeya Yad Vaşem a li Îsraîlê de ne.
Ji Doutsche Welle hatiye girtin