Diyarname
Li Îngilistanê ji bo Serokatiya Partiya Karkeran kongre li dar ket. Di kongreyê de Jeremy Corbyn (66 salî) ku dostê bindestan û dostê kurdan bû hat hilbijartin. Jorbyn çepgirek mezin e.
Di hilbijartina Îngilistanê ya di meha gulana 2015'an de Partiya Karkeran têk çûbû û li ser vê yekê Serokê Giştî yê Partiyê Ed Miliband îstîfa kiribû. Ji wê rojê de ji bo serokatî qayişkêşanê dest pê kir. Ji bo kesek bibe berendamê serokatî pêdivî bi îmzeya 35 mebûsan heye. Kesî bawer nedikir dê Corbyn bikaribe îmzeyan bide hev, lê berî 2 saetan (roja 15'ê tîrmehê) a serîlêdanê Corbyn 35 îmze temam kirin û bû berendam. Ji wê rojê de Corbyn ket nav xebatê.
Sedî 59.5 deng girt
Corbyn diruşma "divê partî vegere ser koka xwe ya sosyalîst" ket hilbijartina Serokatiya Partiya Karkeran (PK). Bi giştî 422 hezar deng hatin bikaranîn û ji van dengan Corbyn 251 hezar û 417 deng (Sedî 59.5) girt û bû Serokê Partiyê.
Ji bo Serokatiya Partiyê Andy Burnham, Yvette Cooper, Liz Kendall û Jeremy Corbyn ketibûn pêşbaziyê. Ji ber ku Partiya Karkeran nebû hikumet, ji bo karên hikumetê bişopîne "Wezîrên Şopîner" diyar kiribûn û her sê navên di pêşbaziyê de bûn Wezîrên Partiyê bûn, Corbyn ne wezîr tenê mebûs bû. Kongre roja 14'ê gelawêjê dest pê kiribû û 10'ê vê mehê bi dawî bûbû. Encamên kongreyê li Londonê di konferansa hat lidarxistin de hatin pêşkêş kirin. Ji berendamên din Andy Burnham sedî 19, Yvette Cooper sedi 17, Liz Kendall jî sedî 4.5 deng girt. Tom Watson jî bû Cîgerê Serokê Giştî.
Corbyn piştî serketinê sipasiya berendamên din kir û got ku yekemîn tiştê bike dê beşdarî çalakiya ku ji bo mafê penaberan li dar bikeve bibe.
1983'yan de bû mebûs
Mebûsê PK'ê Corbyn yekem car di sala 1983'yan de ji bo mebûsî hat hilbijanrtin.
Di salên 1980'yan de wî jî di nav kampanyaya dijî rejiam Apartheid de cih girt û sala 1984'an de ji ber vê hat binçavkirin. Di heman salan de li Îngilistanê piştgirê da Sinn Feinê, li Londonê Gerry Adams kir mêvanê xwe.
Wî li Şiliyê dijî diktator Augusto Pinochet xebat kir û di nav kampanyaya ji bo darizandina Pinochet de cih girt.
Wî li dijî şerê li Afganistan û Iraqê xebat kir, di nav "Koalîsyona Şer Bide Rawestandin "(War Coalition) de cih girt.
Beşdarî dozên KCK'ê bû
Di sala 2010'an de ji bo şopandina doza kesên ji ber "Operasyona KCK'ê" hatine girtin bişopîne hat Tirkiyeyê. Wî di heman demê de ligel hin mebûsên din daxwazname da meclisa Îngilistanê ku Doza KCK'ê li parlemenê bê nîqaşkirin. Corbyn quncikê xwe yê di rojnameya Morning Star (22.10.2010) de jî wisa nivîsî bû: "PKK û Ocalan nebin ne mimkûn e di pêvajoya çareseriyê de çareserî çêbibe."
Ji bo Helebçeyê xebitî
Corbyn ji bo Parlemena Înhgilistanê komkujiya Helebçeyê bi awayekî fermî wekî "komkujî" qebûl bike di sala 2013'yan de ket nav tevgerê.
Corbyn ku li ser navê partiya xwe lingekî wî her li kuçeyan, lingek her li meclisê bû, ji bo Filistînê jî gelek ked dabû.
Jeremy Corbyn ji ber ku wekî sosyalîstekî xurt dihat nasîn çepgirên alîgirê lîberaliyê nedixwestin ew bibe serok.