Yekîtiya Rojnamevanên Kurdistanê, betalkirina lîsansên weşanê yên televîzyonên ROJ TV, NÛÇE TV û MMC wekî "bi biryara dadgehê re, mafê gelê kurd ê nûçegirtinê hatiye talankirin" nirxand û bang li her kesî kir ku xwedî li televîzyonên xwe derkevin.
Yekîtiya Rojnamevanên Kurdistanê ya Ewropayê (YRKE) li dijî biryara Dadgeha Eyaletê ya Kopenhagê ya betalkirin lîsansên weşanê yên ROJ TV, NÛÇE TV û MMC, nerazîbûneke tund nîşan da. Di daxuyaniya nivîskî ya YRKE de hat destnîşankirin, ku biryar di warê azadiya çapemeniyê û azadiyên bingehîn de nayê qebûlkirin.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku bi vê biryarê re darbe li mafê nûçegirtinê yê gelê kurd hatiye xistin û wiha hat gotin:
"Bi vê biryara cihê şermê ya dadgehê re, kanala muzîkê ya dewlemendiya çandî ya gelê kurd nîşan dide û dengê gelê kurd NÛÇE û ROJ TV, tên girtin. Ev televîzyonên mijara gotinê, ji roja dest bi weşanê kir heta îro li dijî gef, şantajên aborî û siyasî û zextên hikumet û dewleta Tirk serî netewandin û ji azadî û rûmeta çapemeniyê tu carî venegeriyan. Lê belê di encama hesabên siyasî yên navnetewî de ev televîzyon lîsansên wan hatin betalkirin û bi vî rengî darbe li mafê nûçegirtinê yê gelê kurd hat xistin. Saziyên lîsansê wan heta betalkirin, di weşana van televîzyonan de li rewşeke 'sûc'ê rast nehatine û diyar e ku ev biryar bi maskeya hiqûqê hatiye stendin, siyasî ye."
YRKE bang li raya giştî kir ku di kesayetiya MMC, NÛÇE TV û ROJ TV de xwedî li azadî û mafên bingehîn û azadiya çapemeniyê derkevin û bi kanalên mijara gotinê re di nava hevkarî û piştgiriyê de bin.
***
Nûçeya eleqedar: