Stenbol
Yek ji hunermendên Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) Veysi Ermîş ji ber gotina "Kurdistan" a di strake de bi salek, 6 meh û 20 roj hat cezakirin. Dadgehê "Ji bo carek" ev ceza taloq kir.
Li gor nûçeya Ajansa Mezopotamyayê 27'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê der barê hunermend Veysi Ermiş de doz vekir. Doz ji ber straneke bi kurdî ku têde 'Kurdistan' derbas dibe û li ser tora civakî hatiye parvekirin hat vekirin. Danişîna dozê îro li Stenbolê li dar ket. Ermîş û parêzerê wî Îrfan Arasan amade bûn.
Dadgehê ji Ermiş pirsa hesabê tora civakî pirsî ku aîdê wî ye yan na, Ermiş diyar kir ku ew hesab ne aîdê wî ye û wî îdîaya "Têkiliya ligel rêxistinê" jî red kir.
Parêzerê wî jî di parastina xwe de diyar kir ku gotina Kurdistan ne sûc e, bi hezaran salan e heye, ev yanê maneya propagandaya rêxistinê. Parêzer Arasan serdana Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan a Batmanê bibîr xist û diyar kir ku di strana ku di pêşbaziya Erdogan de strane de diBêje "Batman gula Kurdistanê ye" û diyar kir ku ev ne sûc e.
Dozger di dawiyê de ceza li Ermiş birî û got, "Sicîla te paqij e, here em te efû dikin."