AZÎZ KOYLUOGLÛ - QAMIŞLO
Li rojavayê Kurdistanê ku, bi şoreşa 19'ê Tîrmehê de gel dest danî ser rêveberiyê, niha jî rêveberiya xweser a ji temsîlkariya hemû beşên civakê, ava dibe. Li gorî biryarê, wê di nava 3 mehan de rêveberiyeke nû û Destûra Bingehîn a Demî bê avakirin. Di nava 6 mehan de jî wê hilbijartin çêbibin û Meclîsa Gelan a Rojavayê Kurdistanê bê damezrandin.
Li Rojavayê Kurdistanê, pêvajoya ku di 19'ê Tîrmeha par de bi destdanîna ser rêveberiyê ya gel dest pê kir, wê bi "rêveberiya xweser" a ji aliyê gel ve were diyarkirin, temam bibe.
Ji bo rêveberiya xweser a ji temsîlkarên hemû gelên li rojavayê Kurdistanê dijîn, derdorên siyasî yên kurd dest bi xebatên amadekariyê kirin. Biryara rêveberiya xweser, wekî parçeyek ji pêvajoya şoreşê ya par destpêkiribû tê dîtin. Di heman demê de wekî hewldanek ji bo pûçkirina êrîş û provokasyonên di demên dawî de zêde bûne jî, tê dîtin.
PÊŞNIYARA TEVLÊKIRINA HEMÛ GEL Û NÊRÎNÊN SIYASÎ
Bi vê armancê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) li hemû nûnerên rêxistin û civaka kurd pêşniyara avakirina rêveberiyeke demî kir. Li gorî agahiyên ANF'ê bi dest xist, ev pêşniyara TEV-DEM'ê hat pejirandin û xebatên amadekariyê dest pê kirin.
DI NAVA 3 MEHAN DE WÊ RÊVEBERIYA DEMÎ BÊ AVAKIRIN
Ji bo ev rêveberî beşeke mezin a civakê vehewîne, hevdîtinên bi partiyên siyasî, rêxistin, komên bawerî û nûnerên gel re dest pê kirin. Eger ji van hevdîtinan encameke erênî derkeve, wê bi beşdariya hemû beşan komîteyeke bê avakirin. Ev komîte jî wê di nava 3 mehan de rêveberiyeke demî ava bike.
KARÊ KONSEYA BILIND A KURD TEMAM DIBE
Ev rêveberiya demî, wê di heman demê de kar û wezîfeya Konseya Bilind a Kurd bicih bîne. Bi îlankirina rêveberiya demî re wê Destûra bingehîn a Demî ya Rojavayê Kurdistanê (Peymana Civakî) bê avakirin.
WÊ LI GELEMPERIYA WELÊT HILBIJARTIN WERIN KIRIN
Eger ev xebat di nava 3 mehan de temam bibe, wê pêvajoya hilbijartinê dest pê bike. Di vê qonaxa amadekariyên hilbijartinê de wê Peymana Civakî pêşkêşî referandûmê bê kirin. Di encama hilbijartinên li gelemperiya welêt de, wê Meclisa Gelan a Rojavayê Kurdistanê bi dengên gel were hilbijartin.
Çavkaniyên siyasî diyar dikin ku ev pêvajo dikare 3 mehan dewam bike.
ANF
***
Nûçeyên eleqedar:
-
- Xelîl: Li Rojava em nîqaşa hilbijartinê dikin
- Heyeta Rojava bi Barzanî re hevdîtin pêk anî