Diyarname
Serokwezîrê Tirkiyeyê Binail Yildirim derket pêşberî çapemeniyê û encama şevê eşkere kir.
Vane ji devê Yildirim ew reqem:
"Ev helwdan hatiye têkbirin lê bi temamî 161 şehîdên me hene. Heta niha 440 birîndarên me hene. 2 hezar û 839 kesên ji rutbeyên cuda ku ji bo vîkarê xirab rabûne hatine binçavkirin. Di nav van de yên bi rutbeyên bilind jî hene."
Orgeneral jî bîlanço dabû
Di vê navberê de Orgeneral Umît Dundar ku hikumetê ew peywirdar kiribû berî Serokwezîr daxuyaniyek wisa dabû, "41 polîs bi giştî 90 kesî jiyana xwe ji dest da. 104 kes jî di pevçûnan de mirî hatin bi dest xistin"
Her wiha li Baregeha Serfermandariya Jetan a 8'emîn ku li Amedê ye nêzî 100 xebatkarên leşker hatin binçavkirin. Di nav van de 2 general, dozger û dadger jî hene.
HSYK'ê dozger ji kar girtin Lijneya Giştî ya HSYK'ê (Lijneya Bilind a Dozger û Dadgeran) li ser biryara Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê endamtiya 5 enramên HSYK'ê betal kir. Her wiha Daîreya 2'yemîn a HSYK'ê 2 hezar û 745 dozger ji peywirê girtin.
Her wiha Meclis hat bombekirin, helîkopter hatin daxistin, weşana televîzyonan hatin rawestandin, erebeyên sivîlan zirar dîtin.
Êrîşê avahiyên HDP'ê kirin
Li Osmaniyeyê nêvî şevê hinan bi keviran êrîşê avahiya HDP'ê ya Osmaniyeyê kir.
Li Îskenderûna Hatayê jî hinan nîvê şevê bi çek êrîşê nûnergeha HDP'ê ya li Taxa Gultepe kir.
**
Nûçeya eleqedar:
- Demîrtaş: Pêdivî bi bloka demokrasiyê heye


