Diyarname
...Ev nûçe her tê nûkirin...
08.05: Midûrê Emniyetê: 16 leşker mirî hatin bidestxistin
Midûrê Giştî yê Emniyeta Tirkiyeyê Celalettin Lekesiz got: "Serfermandariya Giştî ya Jendirmeyan a li Beştepeya Enqereyê ketibû destê serhildêran. Ji vir ferman didan jerdirmeyên 81 bajaran. Dora vir hat pêçan, ji êvarê de pevçûn dom kir. Hema hema rewş bi dawî dibe. Heta niha 16 leşker mirî hatin bi dest xistin. Nêzî 250 ji wan hatin binçavkirin."
07.45: AA: Li temamê Tirkiyeyê 754 endamên Artêşê hatin binçavkirin. 29 albay, 5 general ji peywirê hatin girtin, di bin çavan de ne. 07.38: Fethullah Gulen ji bo AFP'ê axiviye, hewldana derbeyê şermezar kiriye û gotiye: "Ez wekî kesekî di 50 salan de di gelek derbeyan de êş kişandiye dibêjim ku hewldanek wisa bi min ve girêdan min diêşîne. Ez sûcdarkirinên wisa bi zimanekî teqez red dikim."
07.05 Wezîrê Edaletê yê Tirkiyeyê Bozdag: Niha li her derê lêpirsîn dest pê kir. Binçavkirin didomin. Heta niha 336 kes hatine binçavkirin.
06.50 Serokwezîrê Tirkiyeyê Binali Yildirim ji televîzyonê ragihand: Serleşkerê Artêşa 1'emîn Umit Dundar ji aliyê hikumetê ve ji bo demekê wekî Serfermandarê Giştî hat peywirdarkirin. Emê saet 14'an de meclisê bi awayekî awarte bicivînin.
Binçavkirin pir in, hê didome. (Fatih Tezcan'ê AKP'yî di twitterê nîvê şevê weşandibû de gotibû, "Ez navê derbekaran eşkere dikim: Umît Dundar! Guh nedin gotina wî!"
06.40 Leşkerên ku Pira Bogazîçî girtibûn teslîm bûn.
06.40 Ajansa Anadolu: Helîkopterê ku TURKSAT bombe kir li Golbaşî (Navçeyek Enqereyê) hat şikenandin.
06.30 Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ligel diruşmên "Bêje lêde em lêdin, bêje bimre em bimirin" û "Em îdamê dixwazin" li Balafirgeha Ataturk a Stenbolê derket pêşberî alîgirên xwe û got: "Li ser navê gelê xwe ez sipasiya we dikim. Guh êvarê de derket holê ku ev karê paralelê bû. Mînaka çalakiya terorê êvarê tam nîşan dan. Em bi kefenê xwe derketin pêşberî van tiştê ku em nekin nîn e. Heta rewş normal nebe em ji vir venaqetin."
06.20: Kanala A Haber: "F-16'an (balafirên şer) du bombe avêtin Beştepe ku Qesra Serokomarî lê ye. Niha ji Enqereyê dûxan bilind dibin. Tê gotin ku li herêma avahiya Serfermandariya Artêşê pevçûn hene.
06.00: Li Otela ku Serokomar Erdogan lêbû pevçûn derket, polîsek mir.
05.45 Li gor Fox TV li dora avahiya TRT'ê ya li Harbiyeya Stenbolê pevçûn hene.
05.30 Serdozgeriya Golbaşi ragihand ku li Enqereyê 47 kes mirine, ji van 17 kes polîs in.
05.15 Li Balafirgeha Ataturk qontrol hat sazkirin. Tê gotin ku saet ji 06'an wêde dê dîsa balafir bifirin.
04.30: CNNTurk û Kanal D weşana wan hatibû rawestandin careke din dest bi weşanê kirin.
03.55: Reuters: Li nêzî Taksîma Stenbolê du teqînên mezin çêbûn.
03.40: DHA (Ajansa Nûçeyan a Dogan): Balafiran bombe avêt Bendava Alibeykoy.
03.35: CNNTurkê jêr nivîs nivîsî: "Weşana me tê rawestandin". Pêre weşan hat rawestandin.
Fox TV: Di saetek de sê caran meclis hat bombekirin. CNNTurkê got di bombekirina meclisê de 2 jê bi giranî 12 birîndar hene.
03.08: Saziya çapemenî ya DYA'yê Vox: Li Tirkiyeyê derbeyek neserketî çêbû, Tirkiye ber bi otorîterbûnê ve diçe.
02.50: Bi ser Stenbolê ve balafirên şer difirin.
02.45: HDP beşdarî civîna meclisê ya awarte dibe Di daxuyaniya nivîskî ku ji aliyê HDP'ê ve hate dayîn de hat gotin ku Serokwekîlê Koma HDP'ê Îdrîs Baluken bi Serokê Meclisê Îsmet Kahraman re hevdîtin pêk aniye. Daxuyanî wisa dibêje: "Serokwekîlê Koma me birêz Îdrîs Baluken, bi Serokê Meclîsê Birêz Îsmet Kahraman re hevdîtin pêk anî û rêgeza me ya xwedîlêderketina siyaseta demokratîk vegotiye û ragihandiye ku dê beşdarî civîna awarte ya ku dê di 16'ê tîrmehê roja şemiyê bê lidarxistin bibin."
02.42: Mebûsê CHP'ê Eren Erdem twitt avêt: Cuntaya Faşîst Meclis bombe kir. Birîndar hene. Ev alçaxî ye.
02.10 Serokdewletê DYA'yê Barack Obama got: "Divê piştgirî ji bo hikumeta hatiye hilbijartin bê kirin:"
02.02: CNNTurk: F-16'yan helîkopterek di destê yên rabûbûn derbeyê de hat şikenandin û daxistin.
01.30
HDP: Siyaseta demokratîk tekane rê ye
Hevserokên HDP'ê Selahattin Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag daxuyaniyeke nivîskî weşandin û gotin ku tekane rê siyaseta demokratîk e. Di daxuyaniyê de wisa hat gotin: "HDP di her rewşê de û wekî rêgez li dijî her cure derbeyê ye. Bi lezgînî pêdiviya Tirkiyeyê bi demokrasiyek piralî û azadîxwaz heye, pêdivî bi aştiya hundir û derve, pêdivî bi nirxên demokratîk ên gerdûnî û li gor peymanan tevgerîn heye. Ji bilî xwedîlêderketina siyaseta demokratîk tu rê nîn e."
01.15: Li Stenbolê ji mizgeftan sela tê xwendin. Tê gotin ku li bajarên din jî tê xwendin.
01.08: Serleşkerî Artêşa 1'emîn Org. Umît Guler: "Ev komek biçûk temsîl dikin. Ligel yekîneyên din em tevdîran digirin."
01.05: Wezîrê Edaletê yê Tirkiyeyê Bekir Bozdag, ev hewldana derbeyê ye, komek alîgirên Cemaeta Gulen a li nav leşkeriyê ev hewldan kiriye.
01.02
Kiliçdaroglu: "Vî welatî ji derbeyan gelek kişand. Em naxwazin careke din heman zehmetiyan bikişînin. Em xwedî li Komarê û demokrasiyê derdikevin; em baweriya xwe dîsa tînin diparêzin. Bila her kes bizane ku CHP girêdayî vîna azad a gelê me ye ku yek parlementer demokrasî ye."
00.25:
Serokomar Erdogan (Ji bo CNNTurkê axivî): Komek biçûk li nav Artêşa me mixabin hewldane, ev aîdê kî ne em dizanin, miletê me dê bersivê bide. Tang, top, helîkopterê gel bikar tînin. Gel dê bersiva van bide. Gere em dîk bisekinin, em meydanê bo wan nahêlin. Ev dagirkirina ku kirine di kurtedemê de emê ji holê rakin. Kes nikare vê bi biryariya me biceribîne. Miletê me bila derkeve meydanên me, balafirgehan. Ev kom çi dikare bike bila bike.
00.20
Wezîrê Karên Derve yê DYA'yê (Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê) John Kerry: Ji bo Tirkiyeyê em îstîkrar, aştî û berdewamiyê hêvî dikin.
00.17:
Nivîskarê Hurriyetê Selvî ku nêzî hikumetê ye (Ji bo CNNTurkê axivî): Ne rast e ku Hulusî Akar hatiye derdestkirin. Dîsa ev daxuyaniya ku di TRT'ê de hatiye xwendin daxuyaniyek korsan e. Komek leşkeran TRT desteser kiriye û ev xwendiye. Nexwe ev ne daxuyaniya hemû Artêşê ye.
00.15
Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Fîkrî Işik: Daxuyaniya ku di TRT'ê de hatiye xwendin korsan e.
Li gelek bajaran li ber ATM'yên bankeyan rêzên dirêj çêbûn ji bo pereyan bikişînin.
00.10
Bi vê daxuyaniya fermî derbe teqez bû.
Piştî 36 salan careke din derbe. Herî dawî di 12'yê Rezbera 1980'ê de Artêşê derbe çêkiribû. Piştî 36 salan careke din derbe çêdibe. Berê di sala 1960 û 1972'yan de jî derbe çêbûbû.
00.00
Di TRT'ê de daxuyaniya Artêşê bi navê Konseya Silha Li Welat hat xwendin: Heta daxuyaniyek duyemîn li hemû welat derketina kuçeyan qedexe ye.
23.40
AA (Ajansa Anadolu): "Komek leşkeran Serfermandarê Giştî yê Artêşa Tirkiyeyê Orgeneral Hulusî Akar desteser kiriye."
23.25
TSK'ê (Artêşa Leşkerî yên Tirkiyeyê) daxuyaniyek ji rojnamegerên li cem wan qeyda wan heye re şand û got: Me dest daniye ser rêveberiya welat. Ji niha û pêde rêveberî di destê artêşê de ye. Têkiliyên me yên bi welatên din re bi heman awayî dê bidome.
TSK'ê wisa got: "Ji bo em pergala zagona bingehîn, demokrasî, mafên imrovan û azadiyan careke din saz bikin, ji bo careke din serdestiya hiqûqê ya welat saz bibe; asayîşa xira bûye çêbibe me dest daniye ser rêveberiya welat. Hemû peymanên navneteweyî û teahudên me derbas dibin. Dê hemû têkiliyên me yên ligel welatên derve bidomin."
23.10
Li Balafirgeha Stenbolê jî tang hatin bi cih kirin. Çûn û hatin hatin rawestandin. Gişeyên Mahmut Bey ên Stenbolê hatine girtin. Rêyên mezin jî girtî ne.
23.05
Li Balafirgeha Stenbolê jî tang hatin bi cih kirin.
22.30
-Serokwezîrê Tirkiyeyê Binali Yildirim (Ji bo kanala TV ya A Haberê axivî): Ev hewldanek derbeyê ye, em destûrê nadin vê. Em destûr nadin vê beredayiyan. Emê dersa ev kesên çekên dewletê bikar tînin bidin. Bila hemwelatiyên me hişyar bin, hewce bike wekî hemwelatî emê dakevin û dersa van bidin.
22.00
- Midûriyeta Emniyetê ya Enqereyê bang li hemû endamên xwe (polîsan) kir ku bên ser kar.
- DHA (Ajansa Nûçeyan a Dogan):
Li ber Serfermandariya Giştî gelek ambulans hene.
21.45
- Malpera rojnameya Yeni Şafakê nivîsî, "Leşkerên endamên FETO (Alîgirên Fettullah Gulen) kirin ku Serfermandarî bi dest bixin. Subayên endamên wan kirin ku Dewleta Komara Tirkiyeyê bi dest bixin. Emniyet di nav tevgerê de ye, ji bo leşkerên îxanet kirine bi dest bixin operasyon dest pê kir."
Saet 21.00
Li Stenbolê tiştin diqewimin. Her du pirên Stenbolê hatine girtin. Kes hê nizane çi ye?
Vê êvarê hem Pirê Bogazîçî, hem pirê FSM'ê hatiye girtin. Leşkeran hir girtiyen, qet nahêle erebeyek jî ji aliyê Ewropa ve ber bi Anadolu ve here.
Hê kes nizane mesele çi ye?
Tu agahiyek fermî nîn e.
Agahiyên ne zelalkirî wisa ne:
- - Li Yenimahalleya Enqereyê ku Muşteşariya MÎT'ê (Îstîxbarata Neteweyî ya Tirkiyeyê) li wir e, helîkopterek ku difiriye gule barandin.
- Li ezmanê Enqereyê balafirên şer hatin firandin. Trafîka hewayê ya Enqerylix e. Bi ser Serfermandariya Enqereyê re balafir firiyan..
**
- Bi wêneyan Hewldana Derbeyê ya li Tirkiyeyê