Diyarname
Mebûsên BDP'ê Ahmet Turk û Şerafettin Elçi, û Serokê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu ji bo çareserkirina rewşa mebûsên girtî bi Serokomarê Tirkiyeyê Abdullah Gul re dê hevdîtineke pêk bînin.
Hevdîtina Gul û Kiliçdaroglu roja pênceşê (30 pûşper) dê li dar bikeve.
Hevdîtina Turk û Elçi ya bi Gul re jî di 1'ê tîrmehê de dê li dar bikeve.
Gul ku Turk, Elçi û Kiliçdaroglu vexwend Çankayayê, ji bo Serokê MHP'ê Devlet Bahçeli jî vexwendin şand lê Bahçeli ji ber dema wî tune bersiva neçûnê da Çankayayê.
Di hevdîtina Gul û siyasetmedaran de rewşa kesên girtî ku wekî mebûs hatin hilbijatin lê dadgeh wan serbest bernade axaftin çêbibe.