Silêman Azer
Min berî demekê soz dabû xwendevanan ku heger dem hat û me fersendek dît emê ji wan re hinek çîrok ji welatê taristanê bêjin, ev jî çîrokek ji wan çîrokan e.
Ez kêm caran, ji ber taybetmendî û sedema karê xwe peya li kolan û taxên bajarê Qamişlo digerim. Ji ber vê yekê ez kêm caran li hemberî nivîskaran têm.
Îro bi rêkeftin ez peya ji mal derketim û min berê xwe da nîvê bajar cihê karê xwe, di nîva rê de ez hemberî nivîskar(…….) hatim, berî ez û wî bighin hev û silavê li hev bikin, dengê wî kete guhê min: Ha…ha ka ez ji vî mamostayî jî bipirsim, bi rastî min gumanin din birin, dema dengê wî kete guhê min de.
Piştî me silav li hev kir û li rewş û demên hev û du me pirsî, reşpela pertûkeke xwe da destê min û ji min re got: Mamoste ez digerim û nagerim tu kes alîkariya min nake di çapkirina vê pirtûkê de, ma tu çi dibêjî?
Min li wê reşpela pirtûka wî nerî, tevî ew bi zimanê erebî jî hatiye nivîsandin, min bi tenê dikarî bû li nav û nîşana wê binêrim û hinekî li naverokê, bi rastî babeta wê baş bala min kişand, tevî ku em dikarin gelek xalpirsan jî deynin, lê bêguman ev gotar ne ji bo nirixandin û vekolandina wê pertûkê ye an li ser naverok nirxê wê ye.
Wekî min li jor da xuyakirin, min ew nexwendiye û mebesta min ji vê gotarê jî ne piştgirtina wî nivîskarî ye, lê ew li ser wê diyarde û jana wan nivîskaran e, ku nikarin berhemên xwe çap bikin û bivin nevin li vî dergehî û wî dergehî didin, ji bo di çapkirinê de hinek alîkariya wan bikin. Ez hinekî li ber dilê wî çûm û hatim, bi rastî jî ez bibêjim min hinekî jê re xweş kir, tevî ko ew jî dizane ku ew bi tenê xweşkirin bû ji aliyê min de, em her du jî di hundirê xwe de baş vê nexweşiyê dizanin, min jê re got:
- Mamosta tu dikarî herî cem hinek ji berpirsên partiyên kurd û tu vî pirojeyê bi wan re gengeşe bikî belkî ew alîkariya te bikin.
Bi kenekî di madê girî de li min vegerand:
- Ma kê ji te re gotiye ko min dergehên hemî partiyan netikandiye, lê bira divê tu (sofiyê) wan bî.
Bi rastî ez bêçare mam ji bilî ku ez xatir jê bixwazim û ez wê jana kevnar jî bi sîtava wan kolanan re daqurtînim. Ez dilkovan gihiştim cihê karê xwe, û bi rê de gotara nivîskar Helîm Yûsiv jî li ber cavê min çû û dihat, wekî dêwekî ji pirs û bêçariyê, ewa ko di van rojan de di hinek malperên kurdî de hatibû belavkirin bi nav û nîşana “Çima kes guh nade nivîskarên kurd.” Ez jî vê pirsê ji berpirs û serokên partiyan dikim: Gelo mane yek ji doza we ye mafê çandeyî ji bo gelê kurd li Sûriya, heger ta niha hûn nikarin di salê de çend pirtûkan çap bikin û belav bikin, di nav gelê xwe de, ma hûn çi dikarin bikin?
Bêguman eger her partiyekê salê çend pirtûk çap bikira û belav bikira wê rewşa çanda kurdî jî wilo baştir ba. Lê heta kengî wê karê nivîskaran be tikandina dergehên wan û devê xwe jî li ber wan xwar bikin û wekî parsekan vê yekê ji wan bixwazin? Ev pirs ji aliyê min de bê bersiv dimîne, bi tenê min çîrokek ji we re got.
22/6/2009
silemanazer@hotmail.com