Diyarname
Duh danişîna duyem a doza Ergenekonê li dar ket û doz heta 27'ê mehê hate taqolkirine. Vane kîte:
- 13'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê li dozê dinêre û di danişîna dozê ya duh de heta 27'ê vê mehê navber dan dozê.
- Parêzeran xwest muwekîlên wan bêne berdan, dadgehê ev daxwaz red kir.
- Li hemberî DTP'yiyan xwestibûn ku sûîkastê pêk bînin. Li ser vê yekê DTP'ê xwest bibe mudahîlê dozê lê heyeta dadgehê ev daxwaz jî red kir. Mebûsê DTP'ê yê Batmanê Bengî Yildiz got: "Hewla derbeyê ku bûye sedema vekirina dozê jî hê di asta amadehiyê de bû, niha tê darizandin. Dadgehê redkirina daxwaza me ku sedem 'hê di asta amadehiyê de bû' nîşan daye û di vir de dadgeh di nav nakokiyan de ye. Emê li ser biryara dadgehê îtîraza xwe jî bikin."
- Biryar hate girtin ku hemû bersûc di dadgehê de amade bin û bi hev re bêne darizandin.
- Ji bo kesên ku parêzerê wan nîn e biryar hate girtin ku nivîseke ji bo Serokatiya Baroyê re bişînin ku ji wan re parêzerek tayîn bikin.
- Kesên têne darizandin: Oktay Yıldırım, Muzaffer Tekin, Huseyin Gazi Guler, Halil Behiç Gurcihan, Ergun Poyraz, Aydin Yuksek, Fikret Emek, Zekeriya Ozturk, Veli Kuçuk, Sevgi Erenerol, Vedat Yenerer, Umit Oguztan, Sami Hoştan, Habip Umit Sayın, Emin Gurses, Ferhan Bolluk, Semih Tufan Gulaltay, Dogu Perinçek, Kemal Kerinçsiz, Mehmet Adnan Akfırat, Hayati Ozcan, Hayrettin Ertekin, Nusret Senem, Abdulmuttalip Tonçer, Mehmet Fikri Karadag, Huseyin Gorum, Erkut Ersoy, Kahraman Şahin, Erol Olmez, Muhammet Yuce, Murat Çaglar,