Diyarname
Klûba Amed Sporê îro kongreya xwe ya awarte li dar xist û serok û rêveberiyeke nû hilbijartin.
Amed Sporê îro li Tesîsa Şehmus Ozer 5'emîn Kongreya Xwe ya Awarte li dar xist. Di kongreyê de yek lîste hebû û di encamê de Selahattin Yildirim ji bo Serokatiya Amed Sporê hat hilbijartin.
Endamên rêveberiyê jî ji vın pêk hatin: Heval Şimşek Sadioglu, Servet Erol, Cahit Akin, Cengiz Aslan, Meltem Gonullu, Eser Sonmez, Mustafa Mesut Kaya, Ahmet Tanaman, Hasan Gunduz, Ergin Başari, Diren Elif Vurgun, Adnan Zengin, Şahin Tazgel û Ronayî Binen.
Ji bo lîsteya yêdek jî ev hatin hilbijartin: Şehmus Kaya, Abdullah Demirkol, Halil Çagatay İpek, Yilmaz Demîr, Adnan Yildirim, Ali Riza Yildirim, Davut Bayral, Ramazan Kirmizigul, Mehmet Murat Bayancuk.
Serokê nû Selahattin Yildirim di salên borî de jî çend caran di nav rêveberiya Amed Sporê de cih girtibû û karê berpirsê Şaxa Fûtbolê jî girtibû ser milên xwe. Yildirim endamê DTSO'yê (Odeya Sanayî û Ticaretê ya Amedê) ye. Barê giran ê serokatiya Amed Sporê vê carê ketiye ser milê wî.