Diyarname
Fîlmîn serketî yên 35'emin Festîvala Fîlman a Stenbolê hatin xelatkirin. Fîlmên ku bi ser ketin xelatên wan bi merasimekê hatin belavkirin. Fîlmê Ahu Ozturk "Toz Bezî" (Laçika Paqijiyê) û fîlmê Mustafa Kara "Kalander Sogugu) îsal mohra xwe li festîvalê dan. Toz Bezî fîlm di warê Fîlmê Herî Serketî jî di nav de di gelek waran de xelat girt.
Vane fîlmên ku bi ser ketin û xelatên hatin belavkirin:
Pêşbaziya Neteweyî
- Fîlmê Herî Serketî: Toz Bezî /Ahu Ozturk
- Derhênerê Herî Serketî: Mustafa Kara (Kalandar Soguuu)
- Xelata Taybet a Juriyê ku li ser navê Onat Kutlar tê dayîn: Rauf (derhêner Bariş Kaya û Soner Caner)
- Lîstikvana Herî Serketî: Asiye Dinçsoy (Toz Bezî)
- Lîstikvanê Herî Serketî: Haydar Şişman (Kalandar Sogugu)
- Senaryoya Herî Serketî: Toz Bezi
- Derhênerê Dîmenê yê Herî Serketî: Cevahir Şahin (Kalandar Soguuu)
- Vesazkirina Herî Serketî: Mustafa Kara, Umut Sakallioglu û Ali Aga (Kalander Sogugu)
- Muzîka Herî Serketî: Dogan duru (Fîlmê Tarla)
- Kurtefilmê Herî Serketî: "Sali"(der. Ziya Demirel). Di vê beşê de Bariş Sarhan jî bi "Cemil şov" xelata mansiyonê girt.
- Belgefîlmê Herî Serketî: "Hazir ol" (derhêner Onur Bakir û Panagiotis Charamis). Di vê beşê de belgefîlmê Ayşe Polat "Otekiler" xelata mansiyonê girt.
- Xelata Fîlmê Yekemîn a Seyfi Teoman: "Çirak" (derhêner Emre Konuk)
- Xelata AUDENTA: "Sihirli Dag" (derhêner Anca Damian)
- Xelata Konseya Ewropa FACE'yê: "Akdenîz" (derhener Jonas Carpignano). Di vê beşê de fîlmê "Yillarin Kucaginda" (derhêner Ciro Guerra) xelata mansiyonê girt.
Di Pêşbaziya Navneteweyî ya Laleya Zêrîn
Di vê beşê de xelata Fipresci derhêner Asli Ozge bi fîlmê xwe "Ansizin" xelat girt.
Senem Tuzun bi fîlmê xwe "Ana Yurdu" xelata Laleya Zêrîn girt. Levent Turkan jî bi kurtefilmê xwe "Jamais Vu" xelat girt.
- Xelata cineuropa.org jî Ahu Oztur bi Toz Bezi girt.
***
Nûçeyên eleqedar:
- 'SOBYTIE' çêbû lê çi guherî?
- Belgefîlmên Beşa NTV li benda temaşevanan in
- Bi "Midnight Special" festîvalên deriyên xwe vekirin
- Derî vedibe: Hin jê bi kurdî 221 fîlm tên
- ‘Kerî’ bi awayê nûkirî tê nîşandayîn
- Xelatgirên Xelata Rûmetê diyar bûn


