Diyarname
Komek jinên ji rojavayê Kurdistanê ku di nav wan de Hevseroka PYD'ê Asya Ebdullah û Nûnera Partiya Suryanî ya Sûrî Elizabet Gewriye jî hebûn çûn serdana Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr û paşê çûn serdana CKD'ê.
Heyet ji bo 1'emîn Konferansa Jinan a Rojhilata Navîn hatibû Amedê. Li avahiyê Hevserokên KCD'ê Ahmet Turk û Aysel Tugluk pêşwazî li heyatê kir.
Ahmet Turk got ku kurd li welatên ku lê dijîn ji bo azadiya xwe têkoşînê didin û bal kişand ser berxwedana PYD'ê. Turk wisa got: "Dewleta Komara Tirkiyeyê divê serketin û şoreşa li Rojava piştguh neke. Her kes dizane rêxistinên wekî El Kaîde nikari Rojavayê rizgar bikin. Hêzên PYD'ê ku pişta xwe didin hêza gel û rêxistinbûna wan ji bo azadî û demokrasiyê têdikoşin. Ev rastiyek e."
Tugluk jî got ku Rojava nîşan da ku kurd bê statubûnê qebûl nakin. Tugluk her wiha diyar kir ku jinên li Rojava zagonên xwe amade kirine û wekî Bakur ew dê her piştgirî bidin Rojava.