Diyarname
Fîlmê Yilmaz Guney û Zekî Okten “Kerî” bi awayekî nûkirî di Festîvala Stenbolê de dê bê nîşandayîn.
Yilmaz Guney di girtîgehê de senaryoya fîlmê “Suru” (Kerî) dinivîse û Zekî Okten fîlmî di sala 1978’an de dikişîne. Festîvala Fîlman a Stenbolê ev çend sal in projeya “Klasîkên Tirk ji Nû ve” daye dest pê kirin û her sal fîlmekî kevn nû dike û di festîvalê de nîşan dide. Di vê çarçoveyê de îsal Kerî dê bê nîşandayîn. Di nûkirina fîlm de Groupama alîkarî kiriye.
Di serlîstikvaniya Kerî de Tarik Akan, Melike Demirag û Tuncel Kurtiz hene û her wiha Şenel Gokkaya, Levent Yalman, Yaman Okay, Erol Demiroz, Levent İnanir, Savaş Yurttaş têde lîstine. Muzîka fîlm Zulfu Lîvanelî çêkiriye. Fîlmê ku niha ji aliyê Atlas Post Production ve hatiye nûkirin di 80’emîn rojbûna Tuncel Kurtizê de bê nîşandayîn.
“Kerî” di lîsteya Wezareta Çandê ya Tirkiyeyê de di nav 10 Fîlmên Herî Serketî de cih digire.
35’emîn Festîvala Fîlman a Stenbolê ku ji aliyê ÎKSV’ê ve tê lidar xistin îsal di navbera 7-17’ê avrêlê de li dar dikeve.
***
Nûçeyên eleqedar:
- Xelatgirên Xelata Rûmetê diyar bûn