Diyarname
Heyeta Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ku Hevserokên wê Ahmet Turk û Aysel Tugluk in dê 5'ê vê mehê herin Silêmanî û bi Serokomarê Iraqê Celal Talabanî re hevdîtineke pêk bînin.
Heyata KCD'ê di vê gera xwe de wê bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesud Barzanî re jî hevdîtinê pêk bînin. Di vê hevdîtinê de wê li ser sazkirineke Konferansa Neteweyî axaftin bêne kirin.