Diyarname
Êvara 6'ê mehê 35'emîn Festîvala Fîlman a Stenbolê bi nîşandayîna fîlmê "Midnight Special" dest pê kir. Festîval ku her sal bi kokteylek mezin dest pê dike îsal ji ber rewşa li Tirkiyeyê kokteyl metal kirin û tenê fîlm nîşan da. Fîlmê derhêner Jeff Nichols ê bi navê "Midnight Special" li Anadolu (Li salona Reks) û li Ewropa (Li Atlasa Beyoglu) di heman kêliyê de wekî fîlmê destpêka festîvalê pêşkêşî mêvanan kirin.
Dîrektorê Festîvalê Kerem Ayan sipasiya mêvanan, bi taybetî temaşevanan kir ku piştgiriyek mezin didin festîvalê û dûre fîlm hat nîşandayîn. Festîvala ku di navbera 7-17'ê mehê li dar e de bi temamî 221 fîlm têne nîşandayîn. Di nav fîlman de hin ên bi kurdî jî hene.
Fîlmekî fantastîk û bi heyecan
"Midnight Special" wekî şopînerê fîlmên fantastîk ên salên 80'yî, fantastînek nû pêşkêş dike. Roy kurê wî Alton ketiye destê endamên terîqetekê. Alton ku xwedî hêzên taybet e ne tenê terîqet, di heman demê de îstîxbarat, ewlehî û hemû hêzên dewletê jî li dû wî ne. Roy jî ligel alîkariya hevalê xwe Lucas kurê xwe direvîne; piştî demekê jina Roy Sarah jî beşdarî wan dibe. Di dema revê de rêwîtiya kifşkirina hêza Alton derdikeve holê. Fîlmekî fantastîk, heta dawî bi heyecan li pêşberî temaşevanan e.
KUNYE
MIDNIGHT SPECIAL
Derhêner û senarîst: Jeff Nichols
Derhênerê Dîmenê: Adam Stone
Vesazkar: Julie Monroe
Muzîka taybet: David Wingo
Lîstikvan: Michael Shannon, Joel Edgerton, Kirsten Dunst, Jaeden Lieberher, Adam Driver
Welat û sala çêkirinê: DYA, 2015, 112 deqe
Cihên nîşandayînê:
07.04.2016, Saet: 21.30 Salona Rexx
07.04.2016, Saet: 21.30 Fîtaş 4
08.04.2016, Saet: 19.00 Salona Atlas
***
Nûçeyên eleqedar:
- Derî vedibe: Hin jê bi kurdî 221 fîlm tên
- ‘Kerî’ bi awayê nûkirî tê nîşandayîn


