logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Nirxandina li ser pirtûka Dilovan Alî ‘Bîranînên Li Pişt Têlên Sînor’
  2. Sempozyûma Zimanê Kurdî: Li ser 'Li Kurdistanê rewşa zimanê kurdî û perwerdehiya bi kurdî' li dar dikeve
  3. Bi kurdî kanaleke nû: 'Nûçe TV' dest bi weşanê dike
  4. ‘Şeva Çîrok' û 'Şeva Helbestan’ li dar dikeve
  5. Li ser kurdî ji 5 wezaretên Tirkiyeyê pirs hatin kirin
news-details

Derî vedibe: Hin jê bi kurdî 221 fîlm tên

Li Tirkiyeyê festîvala herî mezin, Festîvala Fîlman a Stenbolê. Sala 1982'yan de dest pê kir û her ku diçe mezin dibe. F

  • Dîrok: 04/04/2016
  • Beş: Nûçeyên Çandî

Cemil Oguz

Li Tirkiyeyê festîvala herî mezin, Festîvala Fîlman a Stenbolê. Sala 1982'yan de dest pê kir û her ku diçe mezin dibe. Festîval îsal 35'emîn car roja 7'ê vê mehê deriyên xwe vedike. Festîvala ku di salên destpêkê wekî Rojên Fîlman û tenê dawiya hefteyê li dar diket de her ku çû mezintir bû; Di salên dawî de 9 rojan li dar dike, îsal ji 7'ê mehê heta 17'ê mehê, yanê tam 11 rojan li dar e.

Festîval bi bernameyeke gelek fireh tê: Ji 62 welatan 221 fîlm tên nîşandayîn. Di nav van de fîlm û belgefîlmên derhênerên kurd jî hene. Ji bilî fîlman gotûbêjên bi beşdariya derhêneran, dersên sînemayê, konserên taybet jî li dar dikevin.

Pêşbaziya Navneteweyî

Di pêşbaziya Laleya Zêrîn a Navneteweyî de 15 fîlm bi hev re dikevin pêşbaziyê ku di nav van de ji Tirkiyeyê tenê fîlmê Zeki Demirkubuz ê nû "Kor" heye. Ji Kirgizistan hena Kanada, Îngilistan, heta Meksîka Bulgaristan, Almanya û Komara Çek gelek fîlm dê bi hev re bikevin pêşbaziyê.

Serokê vê pêşbaziyê derhêner Pablo Trapero ye (Endamên din Melisa Sozen, Lior Ashkenazy, Ali Kazma ûEwa Puszczynska ne). Trapero ku di sala 1971'ê de li Arjantînê hatiye dinê heta niha li gelek festîvalan  (Venedîk, Buenos Aires, Havana, Rotterdam) xelat girtiye û di gelek festîvalan de jî endamtiya juriyê kiriye.

Pêşbaziya Neteweyî

Di beşa Pêşbaziya Neteweyî ya Laleya Zêrîn de 11 fîlm hene. Seroka Juriyê Mujde Ar e û endamên juriyê jî Tansu Biçer, Niki Karimi, Ben Hopkins, Murat Uyurkulak û Torsten Frehse e.

Fîlmên "Tarla" (Cemil Agacikoglu), "Benim Kendi Hayatim" (Adnan Akdag), "Ruzgârin Hatiralari (Ozcan Alper), "Siyah Karga" (Tayfur Aydin), "Kalandar Sogugu (Mustafa Kara),  "Rauf" (Barış Kaya, Soner Caner), "Mavi Bisiklet" (Umit Koreken), "Toz Bezi" (Ahu Ozturk), "Ana Yurdu" (Senem Tuzen), "Ruzgarda Salinan Nilufer" (Seren Yuce) û "Kasap Havasi" (Çigdem Sezgin) di vê beşê de dê bi hev re bikevin pêşbaziyê.

Her wiha di beşa Pêşbaziya Kurtefîlman de 10 kurtefîlm, di beşa Pêşbaziya Belgefîlman de jî 12 belgefîlm dikevin pêşbaziyê. Dîsa pêşbaziya "Di Sînemayê de Mafên Mirovan: Xelata Sînemayê ya Konseya Ewropayê FACE", "Xelata Seyfî Toraman a Fîlmê Yekemîn" jî hene. 

"Xelata Audentia" û derhênerên jin

Yek ji nûbûnên festîvalê jî Xelata Audentia ye ku Eurimages ji bo wekheviya cinsiyetan vê xelatê dide. Ji bo vê beşê 15 fîlmên derhênerên jin hatine hilbijartin û fîlmê bi ser bikeve bi şertê di fîlmê nû de bê bikaranîn dê 30 hezar Euro pere bigire. Ji bilî vê Xelata FIBRESCİ û Cineeuropa.org jî hene.

Salonên sînemayê

Îsal hejmara salonan jî hatiye zêdekirin. Li Beyogluyê li salonên Atlas, Beyoglu, Fîtaş (du salonên wê), salona Akbank Sanat, Navenda Çanda Îtalyan; li Ortakoyê li Salona Feriye Sinemasi; li Kadikoyê li Rexx Sînemasi (du salonên wê) û li Salona İstanbul Modernê fîlm têne nîşandayîn. Seansên fîlman saet  11.00, 13.30, 16.00, 19.00 û 21.30, her wiha rojên În û Şemiyan jî li Atlas û Rexx'ê seansên 24.00 jî hene.

Festîvalê îsal gavekî din jî avêtiye ku fîlman dibe navçeyên cuda jî. Rojên 16-17'ê mehê; li Sultangazî li Navenda Çanda Ahmet Yesevi û li Maltepeyê jî li Navenda Çanda Turkan Saylan dê hin fîlmên hilbijêr bêne nîşandayîn.

Beşên festîvalên

Di beşên wekî Galayên Akbankê, Yên Ji bo Salan Qub Dixwazin, Ji Festîvalên Dinyayê, Hostayên Ciwan, Beşa bi Mayin, Antîdepresan, Şedatiya Şevê fîlmên cur bi cur têne nîşandayîn. Beşa Belgefîlman a NTV care din ji dinyayê belgefîlmên balkêş pêşkêş dike.

"Kerî" careke din

Fîlmê Yilmaz Guney û Zekî Okten “Kerî” bi awayekî nûkirî di Festîvala Stenbolê de tê nîşandayîn. Festîval di çarçoveya “Klasîkên Tirk ji Nû ve” de îsal "Kerî" nîşan dide.

Fîlmên bi kurdî

Di festîvalê de nêzî 10 fîlman zimanê wan bi kurdî û tirkî ye ku derhênerên hinan kurd in. Di vî warî de yên ku ketine pêş çavên em pêşkêşî we dikin;

M.Tayfur Aydin ku berê bi fîlmê "Rêç" ji festîvalê xelat girtibû îsal bi fîlmê xwe yê nû "Qijika Reş" (12.04.2016, saet 16:00, salona Atlas) di beşa pêşbaziyê de ye.

Ahu Ozturk bi fîlmê xwe yê yekemîn ku vî fîlmî li derveyî Tirkiyeyê bal kişand ser xwe, bi "Toz Bezî" (Potikê Paqijiyê) di pêşbaziyê de ye (11.04.2016, saet 21:30, salona  Atlas).

Fîlmê "Rauf" derhêneriya wî Barış Kaya û Soner Caner kiriye.(13.04.2016, saet 11:00, Salona Atlas)

"Benim Kendi Hayatim" ji aliyê Adnan Akdag ve hatiye kişandin û ew jî di pêşbaziyê de ye (11.04.2016, Saet 16:00, salona Atlas)

Derhêner Kazim Oz ku ji Festîvala Stenbolê heta niha gelek xelat girtine îsal bi belgefîlmê xwe "Çinara Spî" di beşa Pêşbaziya Belgefîlman de dibe mêvan (09.04.2016, Saet 11:00, salona Navenda Çanda Îtalyan).

Ayşe Polat bi belgefîlmê xwe "Otekîler" (10.04.2016, saet 19:00, salona Navenda Çanda Îtalyan) Umut Vedat bi "Kara Elmas" (13.04.2016, saet 13:30, Salona Navenda Çanda Îtalyan) dibe mêvan.

Buhaya Bilêtan

Îsal jî wekî salên borî buhaya bilêtên seansên nava hefteyê yên saet 11, 13.30 û 16.00'an bi erzanî, yanê bi 8 TL ne. Seansên 19.00 û hemû seansên dawiya hefteyê bi 18 TL (ji bo xwendekar û kesên bi ser temenê 65'î re bi 14 TL) ne. Buhaya bilêtên seansên 21.30 jî bi 20 TL'yî ne. Buhaya fîlm û belgefîlmên ku li Îstanbul Modern, Navenda Çanda Turkan Saylan û Ahmet Yesevi bi 8 TL'yi ne.

***

Nûçeyên eleqedar:
- ‘Kerî’ bi awayê nûkirî tê nîşandayîn
- Xelatgirên Xelata Rûmetê diyar bûn

Parve Bike

Youtube Me

4 FERHENGÎ: 2 zazakî, 2 kurmancî

news

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Helîm Yûsiv: Ji bo Ehmedê Huseynî

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news
Nûçeyên Çandî - Nivîsên Dawî
news
  • 13 05 2026

‘Şeva Çîrok' û 'Şeva Helbestan’ li dar dikeve

news
  • 11 05 2026

Li Hambûrgê lîstikên 'Melankolî' û 'Mirina Jeanne d'Arcê Ya Din' li Festîvala Şanoyê ne

news
  • 08 05 2026

Li gelek bajaran dawiya vê hefteyê çalakiyên bi kurdî

news
  • 06 05 2026

Ji Şaredariya Amedê çalakiyên ji bo Cejna Ziman

news
  • 06 05 2026

Li Amedê hefteyek çalakî ji bo Roja Ziman

news
  • 05 05 2026

Pirtûkên kurdî li Erxeniyê konê datînin

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
news

Ziman bi tirkî, nav bi kurdî; qilopiloyên kurdan

  • Cemil Oguz
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
Ev jî hene
ad

FAZ: Êdî divê YE û Almanya şerê Erdogan bidin rawestandin

ad

Hecîyê Cindî 100 salî ye

ad

Deqeya dawî: Gule berdan navenda giştî ya BDP'ê

ad

Hejmara 83'yan ji çapê vegeriya!

ad

Navên rojan ji ku tê?

ad

Papayê nû hat hilbijartin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Nirxandina li ser pirtûka Dilovan Alî ‘Bîranînên Li Pişt Têlên Sînor’

  • 12 05 2026
news

Sempozyûma Zimanê Kurdî: Li ser 'Li Kurdistanê rewşa zimanê kurdî û perwerdehiya bi kurdî' li dar dikeve

  • 13 05 2026
news

Bi kurdî kanaleke nû: 'Nûçe TV' dest bi weşanê dike

  • 13 05 2026
news

‘Şeva Çîrok' û 'Şeva Helbestan’ li dar dikeve

  • 13 05 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname