logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Pirtûkên kurdî di 'Rojên Pirtûkan' de li benda we ne
  2. Gelo çima siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd, hesabên medyaya Kurdî naşopînin?
  3. Meseleya pêkenoka Rahmi Koç û heqareta li jinên kurd
  4. Dawiya hefteyê hin çalakiyên çandî
  5. Fotoyê rojê ji Norwecê hat: Vîkîngên sedsala 21'ê!
news-details

Şahmaranê ji nû ve dineqişîne

  • Dîrok: 23/05/2026
  • Beş: Nûçeyên Çandî

___Bêrîvan Beyar / Qamişlo___

Cîhan Elî Ebdulxefûr (37) ji bajarê Hesekê ye, ji zarokatiya xwe ve bi hunerên destan re mijûl bûye. Wê dema dest bi dibistana seretayî kiriye, karê hunera destan bala wê kişandiye û jê hez kiriye. Lewma xwestiye ew jî vê hunerê fêr bibe. Li peymangehên hunerî bi desteka mamosteyên hunerê fêrî gelek cureyên şêwekariyê û karên destan bûye. Ji kaxez, hesin, nehas, seramîk, hevîr, caw, hirî, text û bermahiyên kevn hunerên bedew çêdike.

Ew piştî xwendina dibistana navîn, derbasî Peymangeha Hunerên Bedew bûye û bi pileyeke bilind peymangeh qedandiye. Dûre wê ev xebata xwe domandiye û di encamê de gelek pêşangeh vekirine, beşdarî gelek mîhrîcanan bûye û gelek xelat jî wergirtine.

Cîhan Elî Ebdulxefûr û hevalekî xwe yê hunermend di werşeyeke li Qamişloyê de kar dikin. Werşeya wan bi hunerên xwe yên rengîn û cuda balê dikişîne.  Di werşeyê de wêne û neqişên li ser text û keviran çêdikin.  Qumaşên bi tentene, morîk û pelikan hatine xemilandin hene. Her wiha bazin, kefî, kemer û xelekan çêdikin. Hunermend Eldulxefûr ji bilî karên destan, dirûnkariyê jî dike.

Di nava hemû karên wê de, hunera ku zêdetir nav û dengê wê belav kiriye û balê dikişîne jî tabloyên Şahmaranê ne.

Li Rojava gelek hunermend hene ku wêneyên Şahmaranê çêdikin, lê karên Cîhanê ELî Ebdulxefûr di aliyê rêbaz û şêweyan de cuda ne. Ew wêneya Şahmaranê li ser tep diniqişîne, carinan bi  wereq û morikan, an jî bi pelikên rengîn û qeseban wêneyan diafirîne, carana jî bi genimê wêne dadigire. Ev cudahî û afirîneriya wê bûye sedem ku gelek kes berê xwe bidin werşeya wê.

Wê cana pêşî tabloya xwe ya Şahmeranê (bi meziniya 100 cm x 80 cm) di pêşangeha Rojava ya hunerê de nîşan da. Tabloyê deng veda. Li ser vê yekê xelata mîhrîcanê werdigirt. Piştî vê yekê gelek kesan berê xwe daye werşeyê da ku tabloyê wergirin.

Ew dibêje ku wê hejmarek mezin tabloyên Şahmaranê çêkirine û wiha dom kir: "Her tim dixwazim hunerên nû bixuliqînim. Di heman demê de gorî daxwazên xelkê tabloyan çêdikim. Hinek tablo biçûk dixwazin, hinek mezin û hinek navîn. Hinek dixwazin bi morîkan çêkim, hin din jî dixwazin bi lîreyan be."

Hunermend Cîhanê Elî Ebdulxafûr destnîşan kir ku li Rojava gelek hunermend hene tabloyên Şahmaranê çêdikin û ev li gotinên xwe zêde kir: "Hinek li ser qumaş wêneya Şahmaran dineqişînin. Hinek jî peyker çêdikin, hinek bi şêwekariyê çêdikin. Lê ez hewl didim hemû huneran di tabloyekê de kom bikim.”

Li gorî wê Şahmaran ne tenê wekî tabloyekê, lê wekî sembola çand, jin û çîrokên kevnar e ku bi reng û hunerê zindî dibe. Cîhan dibêje her tabloyek ji Şahmaranê tenê tabloyek nîne, lê çîrok, hest û peyamek e.

Li Rojava û derveyî wê wexta navê Şahmaranê tê gotin, gelek kes rasterast hunermend Cîhan Elî û hunera wê bi bîr tînin. Di nêzî 2 saetên mayîna me ya li werşeya Cîhan û hevalê wê de, 4 kes ji bo wergirtina tabloyên Şahmaran serlêdan kirine û xwestin wekî diyarî pêşkêşî nasên xwe yên li derveyî Rojava bikin.

EFSANEYA ŞAHMARANÊ

Efsaneya Şahmaranê kevnar û semboleke zanyarî û jinatiyê ye. Tê gotin ku Şahmaran nîv jin û nîv mar bûye. Di bin erdê de bi maran re dijiya û xwedî zanyariyeke mezin bû. Li gorî efsaneyê, mirovek bi navê Cemşab bi tesadufî digihêje cihê wê û piştî demekê raza wê derdikeve holê. Di dawiyê de Şahmaran ji bo saxlemî û jiyana mirovan xwe feda dike. Ji ber vê yekê heta niha jî di gelek çandan de wekî sembola fedakarî, zanyarî û hêza jinan tê dîtin.

ANHA

Parve Bike

Youtube Me

Bêrê ma eyro şin ZENGE

news

DOSYA: 53 helbestên li ser şer

news

Kurdên Anatoliya Navîn

news

2 rojan de kurdan 4 komeleyên kurdî vekirin; li Amerîkayê çend komele hene?

news

Mem Ararat, Arda Guler, Kom Muzîk, hiqûq û tiştên din...

news

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Helîm Yûsiv: Ji bo Ehmedê Huseynî

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news
Nûçeyên Çandî - Nivîsên Dawî
news
  • 07 06 2026

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

news
  • 05 06 2026

Pirtûkên kurdî di 'Rojên Pirtûkan' de li benda we ne

news
  • 05 06 2026

Dawiya hefteyê hin çalakiyên çandî

news
  • 04 06 2026

Li Mêrdînê Rojên Pirtûkan dest pê dikin

news
  • 03 06 2026

Festîvala Fîlman a 'Uçan Supurge' dest pê kir

news
  • 24 05 2026

Derhêner Mungiu cara diduyan Palmiyeya Zêrîn girt

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Qîrîna mirinê a ji Mazgalê tê

ad

Bavê Xelîl Xemgîn wefat kir

ad

Piştî çar salan li Amedê carek din Fûara Pirtûkan li dar dikeve

ad

Çîrokên ji "Hêviyên Qeto Qeto"

ad

Amade bin: Festîvala Fîlmên Kurd tê

ad

2020: Portreya Behrûz Boçanî eciband

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Pirtûkên kurdî di 'Rojên Pirtûkan' de li benda we ne

  • 05 06 2026
news

Gelo çima siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd, hesabên medyaya Kurdî naşopînin?

  • 06 06 2026
news

Meseleya pêkenoka Rahmi Koç û heqareta li jinên kurd

  • 06 06 2026
news

Dawiya hefteyê hin çalakiyên çandî

  • 05 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname