Diyarname
Îro agir berdan depoya arşîvê ya Şaredariya Sêrtê. Agir hate temirandin lê ewraqên di depoyê de şewitîn.
Îro saet li dor 18'an du zarokên bi navê A.K (8) û A.G (8) daketin depoya arşîvê ya Şaredariya Sêrte ku di qata binî bû. Zarok agir berda ewraqan. Agirkujên ku hatin agir temirandin lê hate gotin ku ewraqên ku ji sala 1980'yî ve di depoyê debûn şewitîn.
Polîsên Midûriyeta Emniyeta Sêrtê hat cem bûyerê û her du zarokên ku xwe li hundir veşartibûn dîtin, girtin bin çavan. Polîsan li ser bûyerê lêkolîn da dest pê kirin.
Şaredariya Sêrtê ku ji sala 2004'an ve di destê AKP'ê de bû, di hilbijartina 29'ê adarê de DTP bi ser ket û Selim Sadakê DTP'yî bû Şaredarê Sêrtê. Bi şewatê re ewraqên serdemên berê yên şaredariyê jî hatin şewitandin.