Diyarname
Vê carê ji ber pirtûka çîrokan li Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr doz hate vekirin.
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê di reşemiya 2007'an de pirtûkak bi navê "Guldesteya Çîrokan" (Kurdî-Tirkî) amade kir û bê pere belav kir. Pirtûk Muharrem Erbey û Dilawer Zeraq ve hatibû amadekirin û têde çîrokên bi tirkî û kurdî hatibûn berhevkirin.
Niha Serdozgerê Komarê yê Amedê li ser vê pitûkê der barê Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr, Serokê Îdareya Malî yê Şaredariya Mezin Zulfi Atli û Midûrê Çand û Tûrîzmê yê Şaredarê Mezin Mehmet Denli de doz vekir. Doz bi îdîaya "Ne li gor zagona qebûlkirina tîpên tirkî û tatbîkirina wan" tevgeriya ne û ji TCK'ê (Qanûna Cezaya Tirk) doz vekirine. Di vê dozê de ji bo Baydemîr û Xebatkarên Şaredariyê ji 6 heman heta 3 salan cezaya hepsê tê xwestin.


