Diyarname
Komeleya Nivîskarên Kurd a Amedê, ji aliyê dadgehê ve dozvekirina li hemberî pirtûkan şermezar kir.
Çendek berê di nav de 3 pirtûkên bi kurdî, çend jê jî pirtûkên Musa Anter, der barê deh pirtûkên Weşanên Aramê de lêpirsîn hatibû vekirin. Li hemberî vê Komeleya Nivîskarên Kurd a Amedê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Komeleyê di daxuyaniya xwe de got ku li welatên pêşketî û demokratîk şerm e ku di derheqê pirtûkekê de ji ber fikrên mirovekî/ê doz bê vekirin.
Serokê Komeleya Nivîskaran a Amedê Şêxmûs Sefer di daxuyaniya ku weşand de got ku ev qirna sedsala bîstemîn ne qirna ku ji ber fikrên mirovan ku di derheqê wan de lêpirsîn bê destpêkirin. Sefer bal kişand ser lêpirsîna derbarê pirtûkan de û wiha dom kir: "Ev metod daxwaza welatên destpotîk ku tahamûla wan li hember tu fikrên cuda tune bû û di dema îroj de hemû mehkûm bûne. Ji ber vê serdestî û zordariya wan jî ne ji aliyê hemwelatiyên xwe ne jî ji hêla dewletên pêşketî ve hatine hezkirin û qebûlkirin. Li Tirkiyê jî bi salan di derheqê gelek nivîskaran de lêpirsîn hatine vekirin û hin ji wan bi dehan salan di girtîgehan de razan. Heta aniha kesekî ji ber van nêzîkdayinê dewletê gavek bi paş de neavêt. Eger wijdanê civakê û sekna rewşenbîriyê jî em bînin ber çavan ne mumkun e ku bi paş de gav jî bavêjin."
Sefer diyar kir ku li gelek welatên cîhanê di gelek zemanên cUda de gelek pirtûk hatin qedexekirin û şewitandin. Îroj tenê tiştên di bîra me de ma ye navê wan berheman û naverokên wan in lê navê kesên ku biryara van yekan daye nayê bîra kesî û serdestên wan dewletan jî di wijdanê tevahiya mirovahiyê de mehkûm bûne.
Daxuyanî wiha dom dik: "Li Tirkiyê di gelek tiştan de gavên tên avêtin mixabin hêviyên mirovan dikujin.Ji aliyekî girtinên li dijî Kurdan berdewam e,li aliyê din keseke wekî Hrant Dink kûjerên wî tên tehliyekirin û ji aliyê din jî di derheqê pirtûkan de doz tên vekirin. Divê ev pêvajo bê guhertin.Heta hetayê wê ev yek dom neke, lê daxwaza me ev e ku bêyî ku mirov zêde bedel bidin her tişt bi riyên diyalog û aştiyane bên çareserkirin. Li ser van hemûyan em dibêjin lêpirsîna ku di derheqê pirtûka endam û rêveberê komeleya me İrfan Welat de vebûye bê sekinandin."
Sefer îdîaya mebesta 'propagandaya rêxistinê' wekî bê bingeh e dît. Serokê Komeleyê Sefer bi van gotinan dawî li daxuyaniyê anî: "Mixabin ev pêkutî tenê li nivîskarekî tenê nayê kirin. Demên dawiyê de li Navenda Çand û Hunerê ya Cegerxwîn 35 pirtûk bi sedema hatine qedexekirin desteser kirin. Dîsa 5 pirtûkên ku ji Weşanxaneya Aramê derketine hatin qedexekirin. Ev kirinan nîşan didin ku di her qadên jiyanê de zordestî derdikeve pêş. Wekî komele em her gav li dijî vê mantiqa antîdemokratîk derdikevin û bi her awayî em ê xwedîtiyê li endam û berhemên wan bikin."
***
Nûçeya eleqedar;
- 10 pirtûkên Aramê rastî lêpirsînê hatin


