Diyarname
Li qeraxa Çemê Firatê bi dehan qaqlîbaz telef bûn; îdîa ew e ku siyanurê madena karesata Licika Erzîncanê ketiye nava avê.
Li Licik a Erzîncanê roja 13'yê reşemiya îsal de karesateke mezin çêbûbû û 9 karker di bin axê de mabûn. Wê demê nîqaşa "siyanur dê biherike nava Çemê Firatê yan na?" hatibû kirin. Niha li qeraxa Çemê Firatê hat dîtin ku bi dehan qaqlîbaz telef bûne. Hemwelatiyek dîmenên wan kişandin. Çemê Firatê ku ji bajarên wekî Erzîncan, Sêwas, Dêrsim, Elezîz, Riha ra derbas dibe û ji wir xwe ber Rojava ber dide. Niha meseleya vê avê bû meseleya nîqaşê. Piştî ku qaqlîbazên telefbûyî li qeraxa çem hatin dîtin, nîqaşa "Gelo siyanur bûye sedema vê yekê" dest pê kir.
Tê gotin ku li gelek cihên qeraxa çem qaqlîbazên telefbûyî hatine dîtin. Li Bendava Ataturk a li Semsûrê jî qaqlîbazên bi vî awayî hatin dîtin. Rayeradên Mirûdiyeta Herama 3'yemîn a Parastina Xwezayê û Parkên Neteweyî ji bo li ser vê lêkolînê bikin ketine nava tevgerê.