Diyarname
Li başûrêrojavayê Pakistanê erdhejeke dijwar pêk hat, herî hindik 140 kes mirin û bi sedan birîndar hene.
Li çoltera eyaleta Belucistana Pakistanê bi asta 6.2 de erdhej pêk hat. Erdheja ku 10 kîlometre di bin erd de li dar ket; li bajarê Ketta û derdora wê hat hîskirin. Di encamê de 50 li bajarê Ketta bi giştî 140 kes mirin û bi sedan birîndar hene. Ji ber ku koma alîkariya xelaskirina ji bin erd hê negihîştiye gundan tirs ew e ku hejmara miriyan zêde bibe.
Tê gotin ku ji ber erdhejê 15 hezar kes jî bêmal mane.


