Peþêw ligel helbestên xwe li Amedê bû
AMED
Berendamê Xelata Nobelê ya Wêjeyê Abdullah Peþêw bi helbestên xwe bû mêvanê amediyan. Pêþev û helbestên wî rastî eleqeyek mezin hat.
Berendamê Xelata Nobelê ya Wêjeyê Abdullah Peþêv li Navenda Çanda Ciwanan a Cegerxwîn bû mêvanê amediyan û helbestên xwe xwendin. Peþêw, ji aliyê Pen a Kurd ve ji bo Xelata Nobelê ya Wêjeyê wekî namzet hatibû nîþandan. Ligel sedan helbesthezan, Serokê Pena Kurd Þehmus Sefer, nivîskar Îrfan Babaoðlu, nivîskarê navdar ê Baþûr Bedirxan Sindî, diplomat Evdal Nûrî, endamên KURDÎ-DER'ê û KCD'ê, Hevþaredarê Peyasê Memet Alî Aydin gelek nivîskar û rewþenbîrên kurd beþdarî bernameyê bûn.
Di bernameyê de ji Zanîngeha Amerîkayê a Iraqê, Marîe Labrosse helbestên Peþêw ên ku xwe wergerandibû bi zimanê ingilîzî xwendin. Labrosse jî da zanîn ku kurdî xwedî dewlemendiyek mezin e û ew kêfxweþ bûye ku helbestên Peþêw wergerandine.
Dema Peþêw derket li ser dikê temaþevanan bi çepikên xwe eleqeyek mezin nîþanî wî dan. Peþêw, di destpêkê de spasiyên xwe pêþkêþî kesên ked dane bernameyê û got ku divê nivîskarên Baþûr zêdetir werin herêmê û parvekirin zêdetir bibin.
Piþtî bernameyê Peþêw pirtûkên xwe ji bo xwendevanên xwe îmze kirin.