Şengul Ogur
Kurd ji du aliyan ve asîmîle bûne: Ji aliyê olî ve û ji aliyê neteweyî ve.
Kurdan bi asîmîlasyona olî baweriya bi "Xweda"yê xwe winda kirine; bi asîmîlasyona neteweyî jî baweriya xwe bi ‘xwe’ winda kirine.
Ku miletek baweriya bi Xwedayê xwe winda kiribe, windakirina baweriya bi xwe êdî hêsantir dibe.
Asîmîlasyona olî, ev hezar û pênc sed sal in dom dike, asîmîlasyona neteweyî jî ev heştê û pênc sal in dom dike.
Di vir de ez nîşan bidim ku ya ku ez li dijî wê radiwestim ne bawerî bi olekê anîn e. Ez ne li dijî qebûlkirina kurdan a ola îslamê me. A ku ez li dijî wê me ew e ku bi olê, bi ola îslamê ereban baweriya bi "Allah" li kurdan ferzkirî ye. Ev asîmîlasyona herî mezin, herî kujer û hovane ye.
Bi asîmîlasyona olî, wisa li kurdan kirine ku kurd êdî nikarin ji "Xweda"yê xwe bawer bikin. Ku hebe nebe divê "Allah" be.
Diviyabû beramberiya "Allah"ê di zimanê kurdî de ‘Xweda’bûna. Di Quranê de "Allah" xwedî çi sifetan e, diviyabû ‘Xweda’yê di zimanê kurdî de jî xwedî eynî sifetan ba. Lê ne wiha ye; "Xweda"yê di ziman û hişê kurd de û "Allah"ê di ziman û hişê kurd de ne heman tişt in.
"Allah"ê ereb ji ‘Xweda’yê kurd meztir e. Tu qedr û qîmetê "Xweda" li hemberî "Allah" nîn e, hem di kurdî de û hem jî di erebî de.
Kurdan dev ji "Xweda"yê xwe berdane xwe li "Allah" girtine beyî ku bizanibin wateya "Allah" çi ye.
Hemû sifetên "Allah" jî ne bi zimanê xwe lê bi zimanê ereban hîn bûne, beyî ku bizanibin wateya sifetên "Allah".
Kurd, hewl didin ku "Allah" û zagon û peyamên "Allah" bi zimanê erebî, ji Qurana erebî fêr bibin. Hemû diayên xwe beyî ku wateya wan bizanibin bi erebî dikin. Erê dia dikin, "Allah’ zikir dikin, lê ji ber ku beramberiya "Allah" di zimanê kurdî de valahiyeke, ji ber ku beramberiya wê nîn e, kurd her çendî misilman xuyanî dikin jî ne misilman in. Her çendî Xwedaperest dixuyin jî di bingeha xwe de kurd bê Xweda ne, tu baweriya wan bi Xwedê nîn e.
Baweriya kurdan ne bi Xwedê ye û ne bi gotinên Xwedê ye. Baweriya kurdan bi alfebeya erebî, bi navê erebî, bi zimanê erebî ye.
Lewma Quran ji bo kurdan bi tenê ku bi erebî be Quran e; gotin bi erebî be pîroz e, gotin bi erebî be kelamên Xwedê ne. Lê ku heman Quran bû bi kurdî, ne Quran e, ne pîroz e, ne kelamên Xwedê ne.
Ku Quran bi kurdî hate nivîsin êdî ew wesfa xwe ya Qurantiyê winda dike, ew êdî ne ayet lê gotinên ji rêzê ne. Heta gotinên gunehkar in jî. Di hişê kurdan de Qurana bi kurdî guneh e, tiştê kelevajî ne.
Di hişê kurdan de Qurana bi kurdî bi tenê kaxiz e, kexizek ji rêzê. Divê ew ji ber çavan were winda kirin, divê were şewitandin e.
Lê di kurdî de, nivîseke bi ziman û tîpen erebî pîroz in. Ger ku ew nivîsên bi erebî hatine lê kirin sixêf bin jî, ger ku Xwedê înkar jî bikin ew nivîsên bi erebî, pîroz in û divê bêne maçî kirin ew nivisên erebî.
gernus@msn.com**
Nivîsên Şengul Ogur ên ku di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- Jan Dost, wêje û penîr
- TRT 6, Kurdolojî û pozîtîvîzma tirk û guherîn
- Li Yewnanistanê çi diqewime -2-
- Li Yewnanistanê çi diqewime?
- Bersiva Xanî ji bo Gazalî
- Di du rêzikan de xwendina Cizîrî
- Obamayê spî û hêviyên reşik
- Wekî fenomen kurdî
- Ji bo kapîtalîzkê "El Fatiha"
- Z-URVAN:GIYANÊ ‘’Z’’ YÊ
- Zanîna me jî ji 'Z'yê tê
- Zimanê kurdî bingeha felsefeya heyînatiyê ye
- Rewşenbîrên fisok û kusok
- Rîskên li zimên xwedî derketinê
-Qoroya Serxweşê Zimên
- Ji Konferansa TZPKurdî "Bang" derket
- Feqiyê ku bi Cizîrî re hevaltî kir kîjan Feqiyê Teyran e?
- Gelo jidayikbûna Cizîrî ne sed sal berê be?!
- Ji albuma wêneyên şikestî
- Giriyê Mirinê