Şengul Ogur
Ev demeke dirêj ku ez ketim dÛ ra(z)a tîpa "z"yê Ya di zimanê kurdî de ku li gorî bîr û baweriya min ev, "z"ya bi tenê serê xwe wateyek pir fireh dihewîne.
Piştî ku min nivîsa birêz Beyhanî Şahîn a bi navê, AHURA MAZDA a di amidakurdê de xwend wêrekiyek bi min re peydabû ku ez vê nivisê binivîsinim.
Beyhanî Şahîn diyar kiriye ku wateya navê AHURA MAZDA tê wateya mîrê/mîrzayê zanayêtiyê.
Jixwe ya ku bala min kişandibû ser tîpa "z"yê jî "z"ya ku ji "z-anîn"ê dihat, bû. Ger hûn bipirsin çawa z’ya "z-anîn"ê bala te kişand, ezê wiha bersiv bidim: Peyva "jibîrkirin"ê bes bû ku ez bikevim dû wateya tîpa "z"yê. Jixwe ku min tîpa ewil a bêjeya "jibirkirin"ê, yanî min ew tîpa j’yê bikaribû bikirina tîpa "z"yê karê min hêsan dibû. Ji bo ku ez vê tîpa "j"yê bikim "z" pir nebetilîm.
Jixwe zazayên me ê siwêregî nedigotin, min ji bîr kir, digotin, min zi bîr kir. Wekî din jî bêjeya Newrozê jî bi min dida fêmkirin ku wateya Newrozê, roja nû ye. Yanî Newroz û Newroj heman tişt bûn.
Navê zagrosê jî alîkarî bi min kir ku wateya wê li gor têgihîştina min zagên rojê ye. Lewma em baş dizanin ku demekê bîr û bawerî bi rojê bû, yanî Xweda roj bû. Ku Xweda dibû roj, encax rojê dikaribû bibûyana wan zagên/çiyayên berz, bi heybet!
Axir..me j’ya jibîrkirinê kir "z" û bêje bû,"zibîrkirin", em bêjeya li gorî formata "zanîn"ê veguherînin û bikin "zibirîn" da ku em baştir bidin fêm kirin.
Z anîn û z birin. Dema ku em z’yê tînin (z anîn), em dibin xwedî zanîn... Û dema ku em 'z'yê dibin (z birin) em tişta ku dizanin dibin, winda dikin û bê zan dimînin.
Gelo li vir wateya "z"yê bi tenê "zanîn" e? Na! Wateya wê hîn firehtir, ew zanîna tiştên ku nayê zanîn e.
Ji bo ku em mijarê hîn baş bidin fêmkirin em mînakeke din bidin. YÊZDAN/ÊZDAN/XWEDÊ.
Ezê niha bêjeya Yezdan ji hev bikim: yê ku "z" da/yî yan jî, ê ku "z" da. Yanî ê ku sir a/raza ku nayê z-anîn dide me. Ji ber ku niha li ber destê me a tîpa "z"yê wekî zanîn heye, em jê re dibêjin zanîn.
Piştî ku me behs ji YEZDAN vekir, niha jî em behs ji Ê-Z-DAN ê ZURVAN bikin: Li gorî ew kesên ku baweriya xwe bi ZURVAN anine zurvan, beriya ku tu tişt tune be, berî ku erd û ezman, berî ku kozmoz hebe ZURVAN hebû. Zemanê ezelî ebedî..Xwedayê herî mezin. Ew ne Xwedayê roniyê ne jî yê tariyê bû. Bavê Ahura Mazda û angra mainyu (Siraç Bilgin, Zarathuştra)
Bi vê agahiyê em niha dikarin bibêjin ku wateya tîpa "z"yê hinekî din eşkere bû: Ew zanîna ku zanîna berî ku tişt hebe ji me re tîne, zanîna berî avabûna erd û ezmanan û berî zemanan jî. Yanî zanîna ku ji der heqê ZURVAN me agahdar dike.
Jixwe birêz Beyhanî wateya bêjeya Ahura Mazda wekî mîrê zanatiyê eşkere kiribû. Ger ku ZURVAN bavê Ahura Mazda be nexwe teqez ew jî bavê zanatiyê ye. Na! Ne bavê zanatiyê lê "ZANÎN" Bi xwe be.
Naxwe dema ku em di der heqê ZURVAN (zanîna berî ku tu tişt hebe) de haydar dibin em dizanin. Yanî em "z"yê tînin. (z-anin) û dema ku em vê "z"yê dibin (z-birin) em nezan dibin.
*Gelo wateya ZARATHUŞTRA bi Z-ANÎN ê re heye? (Ev pirs ji birêz Beyhanî Şahîn re)
***
Nivîsên Şengul Ogur ên ku di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- Zimanê kurdî bingeha felsefeya heyînatiyê ye
- Rewşenbîrên fisok û kusok
- Rîskên li zimên xwedî derketinê
-Qoroya Serxweşê Zimên
- Ji Konferansa TZPKurdî "Bang" derket
- Feqiyê ku bi Cizîrî re hevaltî kir kîjan Feqiyê Teyran e?
- Gelo jidayikbûna Cizîrî ne sed sal berê be?!
- Ji albuma wêneyên şikestî
- Giriyê Mirinê