Şengul Ogur
Dibêjin...Li devereke dinê ku hîna navê wê deverê ne diyar e ka bê ew dever ku der e, miletek lê dijiya û hîna nayê zanîn ka bê navê vî miletî çi bû.
Dibêjin, di nava vî miletî de hin kes hebûn xwe wekî "rewşenbîr" ’didan naskirin û ew kesên ku xwe rewşenbîr didan nas kirin di malekê de bi hev re dijiyan.
Çi dema ku zivistan nêz dibû gelê vî welatî ji bo amadekariya zivistanê bi çiya diketin da ku ji xwe re daran qut bikin û di zivistanê de xwe germ bikin û şepirze nebin. Lê çi tiştekî seyr bû ku ew kesên ku xwe wekî rewşenbîr didan nasîn, qet ne diketin nav liv û tevgera zivistanê, ji bo zivistanê di tifika xwe de dar û hejikan bişewitînin û li dora tifikê xwe germ bikin, ranedihiştin das û bivirê xwe, bi çiya nediketin.
Dema ku zivistan bi ser vî welatî de dihat, hingî ew qas sar bû, jiyan raste rast radiwestiya. Lê çi tiştekî seyr bû di wê zivistana berazî de dema ku dûxana darên berû, tepik, serkil û pişkulan ji kulekên malên vî welatî ber bi ezmên ve belav dibû, ji kuleka mala rewşenbîran tu nîşaneyên şewatê nîn bû.
Welatî giş ketibûn nîqaşa, gelo ev di vê sermayê de, bêyî vêxistina tifikekê çawa dikarin debar bikin. Li vî welatî ev nîqaş ji destpêka zivistanê hetanî bi dawiya zivistanê dom dikir û welatî ne digiştin bersiva pirsa, gelo van di vê sermê de bê agir çawa îdare dikin.
Axir..dawiya her zivistanê bihar e. Û ku temenê biharê li vî welatî çiqas kin bû jî, carinan dibû bihar.
Piştî dawîlêhatina zivistanê hin welatî xwe li hev didin hev û diçin mala rewşenbîran û ji wan pirs dikin:
- Gelo hûn zivistanê bêyî vêxistina agir, çawa xwe germ dikin?
Berdevkê mala rewşenbîran, dibişişe û dibêje, wekî hûn dizanin em rewşenbîr in, em ji we cudatir, zanatir in. Tu pêdiviya me bi agirê tifikan nîn e ji bo xwe germ kirinê. Dema ku zivistan bi ser me de tê, em li ser ramanekê kûr dibin, ev kûrbûna me ya fikrî germahiyekê belav dike û em wiha zivistana xwe derbas dikin, di nava germahiyê de derbas dibe zivistana me. Dema ku hûn betanî û lihêfan li xwe dipêçin, em bi atletên in.
Piştî van bersivan, welatî di rewşeke ku şaşo maşo bû ne de, beyî ku li şekalên xwe bibin xwedî ji "mala rewşenbîran" der dikevin.
Lê wekî ku me got, biharên vî welatî temen kin bûn. Û dîsa zivistanê bi ser wan de girtibû. Dîsa hemî welatî ketibûn nav liv û tevgera zivistanê, lê dîsa his û kurên ji "rewşenbîr"ên me ne dihat. Dîsa derî li xwe çingale kiribûn û kurk ketibûn.
Rojek ji wan rojên wê zivistanê ku serma daketibû radeya di biniya sifrê 40'î de. Dîsa hin welatî li hev kom dibin û berê xwe didin "mala rewşenbîran" da ku fêhm bikin bê ev çawa xwe germ dikin.
Dema ku nêzî mala rewşenbîran bûn, dengek ji malê bilind dibû. Lê welatiyan baş dernedixistin ka bê çi dibêjin. Lê piştî ku nêziktirî malê bûbûn, êdî deng dihat fêhmn kirin, deng ev bû: FIS!
Belê, ji mala rewşenbîran dengê, fis bike, dora te ye, bilind dibû.
Lê welatiyan fêhm nedikir bê çima van rewşenbîran wiha digot. Da ku baştir rewşê fêhm bikin, yek ji welatiyan li pişta hevalê xwe siwar bû û di şibakeyê re li mezela ku rewşenbîr tê de bûn nêrî.
Çi bibîne?
Dibînê ku rewşenbîran xelekek çê kirine û qûnên xwe dane hev û yek ji yê din re dibêje, de hêdî mişo, dora te ye, fis bike, em qufilîn lawo!
Mişo dibêje, kuro, Elo, ma ne kêliya din min kuseke nehîte kir, hûn bi xêra vê kusa min hinekî germ bûn, dora te ye!
Piştî ku welatî rewşê fêm dikin, di nava tîqe tîqan de, hetanî ku hêstir ji çavên wa têne xwar dikenin û berê xwe didin malên xwe.
Çîroka me ji we re xweş!!!
gernus@msn.com
***
Nivîsên Şengul Ogur ên ku di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- Rîskên li zimên xwedî derketinê
- Ji Konferansa TZPKurdî "Bang" derket
- Feqiyê ku bi Cizîrî re hevaltî kir kîjan Feqiyê Teyran e?