Diyarname
Hûn ji pirtûkan hez dikin, hûn dixwazin li hotelek bibîmin û ew hotelek ku odeyên wê bi pirtûkan hatine xemilandin pêşkêşî we dikin. Wekî mezinên me gotine, "Ji vê xweştir rehma Xwedê ye."
Em qala hotelek li Japonyayê dikin. Li Tokyoya Japonyayê otelek hatiye çêkirin ku nivîn, cihê rûniştinê hemû di nav pirtûkan de ne. Navê "Book and bed" (Pirtûk û nivîn) li hotelê kirine û kesên di hotelê de dimînin di nav pirtûkxaneya hotelê ku ji 3 hezar û 200 pirtûkan pêk tê dimînin. Tam 60 odeyên bi vî rengî têne hede, heqê şevek di navbera 40-60 dolarî de ye.
Ji dêvla pubê pirtûkên bi japonî û îngilîzî bi cih kirine. Her wiha hindik bin jî bi zimanên cuda jî pirtûk lê hene.
Ji bo fotoyên ji hotelê:
- HOTELA JI PIRTÛKAN