Li Batmanê 'Rojên Fîlmên Wendahiyan' li dar dikeve
Diyarname
Li dinyayê rojên di navbera 17-31'ê gulanê wekî Rojên Windayan têne bibîranîn. Di van rojan de li gelek welatan çalakî têne li dar xistin. Li nav kurdan jî di van rojan de çalakî têne li dar xistin û winda têne bibîranîn. Yek ji van çalakiyan jî "Rojên Fîlmên Wendahiyan" a Batmanê ye. Bi hevkariya Þaredariya Batmanê, ÎHD'ya Batmanê, Akademiya Sînemaya Rojhilata Navîn û Mezopotamya Sînema di navbera rojên 19-22'yê vê mehê de fîlmên metrajdirêj, kurtefîlm û belgefîlmên li ser windayan têne nîþandayîn.
Çalakiya îsal "ji bo bîranîna kesên ku di jêrzemînên Cizîrê de hatin wendakirin" hatiye diyarkirin.
Çalakî bi panelek li dar dikeve dest pê dike. Hevþaredarê Batmanê Sabri Ozdemîr dê axaftina destpêkê bike. Di bin moderatoriya Veysi Altay de Gulistan Akel (Hevsaredara Batmanê), parêzer Eren Keskin, Sultan Azboy (Ji Însiyatîfa Dayikên Aþîtiyê), parêzer Muharrem Erbey dê biaxivin. Ev panel dê roja 19'ê mehê saet 17'an de li Salona Yilmaz Guney li dar bikeve.
Di çarçoveya çalakiyan de pêþangeha wêneyan jî heye. Pêþangeha ku 55 wênekêþ bi berhemên xwe beþdar dibin bi sernavê "ji hundir ber bi derve, ji derve ber bi hundir" ve li dar dikeve. Pêþangeh 19'ê mehê saet 16'an de dest pê dike û heta 22'yê mehê dê li kêleka Salona Yilmaz Guney li dar be.
Fîlm hemû li Salona Yilmaz Guney têne pêþkêþ kirin
Vane ew fîlm:
- Berxwedana 33 Salan Dayika Berfo (Veysi Altay), 53*
- Mirî û jî Sax (Bilge Demirtaþ, Alper Elitok, Can Gündüz,
Murat Kocaman, Osman Þiþman), 43
- Kozika Kurmoriyan (Tofigh Amani), 10
- Hesreta Ronahiyê (Patricio Guzmán), 90
- Bêdengî (Sessizlik) (Aziz Çapkurt), 12
- “Koloni” (Gürcan Keltek), 50
- Hezar û Yek Sêv (Taha Karaimî), 74
- Wenda (Costa Gavras), 120
- Li Ezman (Özlem Güler), 8*
- Kêl (Zeynel Koç-Cenk Örtülü) 54*
- Dîroka Fermî (Luis Puenzo), 112
- Ne Tu Cihî (Tayfun Pirselimoðlu), 90
- Çavên xwe Bigre (Þiyar Gedik), 9
- Ýki Tutam Saç /Dersim’in Kayip Kizlari (Nezahat Gündoðan), 58*
- Gelecek Uzun Surer (Özcan Alper), 108*