Got, 'divê ez bigirîm îro' û li dora xwe niherî, bi çavên xwe der dor peland ka bê ji ciyê girînê re ev der pêkan e yan na.
Û hema bi carekê re biryar da; erê, ev der pêkan bû, wextê wî zêde ji bo ciyê giriyê fikirînê nebû, pêdiviya giriyê zor li wî kiribû, diviyabû di demeke herî kin de ev çalakî pêkbianiya, nikaribî vê çalakiyê taloq bike, çawa ku jineke bi heml dema ku jana wê tê nikare jana xwe taloq bike, wî jî nikarîbû vê hatina girîna xwe taloq bike.
Diviyabû ew bigiriya, diviyabû biba kûrkûra wî, diviyabû dengê girîna xwe hîs bikara, diviyabû dengê şikestina xwe hîs bikirana, diviyabû dilê xwe bi xwe bişewitanda, diviya bû têkçûyîna xwe careke din bibîr bianiya.
Bêrî girî kiribû, pir bêrî lê kiribû, çawa ku hinek bêriya kenê dikin, bêriya şahiyê, kêfxweşiyê dikin, wî jî wiha bêriya girî kiribû.
Na, ne ku ew yekî tim şad û bextewar bû ku salê carek du caran digirî û ji bo vê jî bêrî li girî kiribû, ji bo ku wî kaniya çavê xwe ziwa kiribû ev demeke nikaribû bigirî.
Ji bo vê jî dema ku pediviya giriyê pê re peydabû bi bişişîneke şkestî û ji karîna giriyê bê bawer, wiha bi tirs beşişîbû. Beşişîbû lewra ewê bigiriya, girî nîşana hêviyê bû, nîşana hezkirinê, nîşana ji nû ve jiyanê bû..!
Pêşî, da ku giriyê xwe domdirêj bike diviya bû stranake dilşewat ji xwe re hilbijarta, diviyabû ev stran bi bîranînan tije bûna, diviyabû melodiya stranê dengê şkestinê di xwe de bihewanda, diviyabû stran kaotîk ba.
Ketibû nav ponijînên kûr, kîjan stran, kîjan stran, kîja..?!gelo, "yekcaran agir dibe mirov" baş e, an "min ji te hez kir porzera min tu keçika mehabatî", an ...!?
Wext, di aleyhê wî de dibihurî, diviya bû bilezandana û biryara xwe bida ku ev daxwaza giriyê jê biçûya dê pir xemgîn bibûya.
Hema bi carekê re strana Ciwan Haco, "yadê megrî" lêxist û di nîvê odê de li ser kabokan rûnişt, serê xwe kir nav destê xwe û ber bi erdê ve tewand.
Perde kişandibûn, çira vemirandibû, derî hemî girtibûn, êdî ew dikaribû bigirî, dikaribû bibe kûrkûra wî, di dilê xwe de digot, "De bigrî lawo bigrî"
Dema ku stran digot, yadê megrî, dibû kûrkûra wî, xwe li ber şetê giriyê berdabû; heta ku rih, simbêl, por di nav giriyê de şil bûbûn giriyabû.
Çi dema ku wêne û dengên şkestî, ên ji dest çûbûn bi bîr dihat mîna pêlên deryayan hem bedana wî radibû û hem dengê giriyê wî bilind û nizm dibû û xwe li bedana wî dixistin pêlên bîranînên têkçûyînê, her dema ku wêneyek dişikest mîna ku qamçiyên bi dirî li bedana wî kevin direerî, dihilçenî û axînên kûr jê diçûn mîna ku rihê wî ji bedena wî biçe.
Wê rojê heta ku bi girî bêhiş ket giriya, heta ku qozeqer li ber çavê wî çêbû giriya ew, wê rojê ew giha miraza xwe; têr giriya û careke din hew giriya.
Hew dikaribû bigirî êdî, miribû, ew wê rojê mir, mir, di nava giriyê xwe de mir.