Şengul Ogur
Îro û duh li ser navê berjewendiya dewletê, bi destên hêzên çekdar ên dewletê gelek mirov hatine kuştin û hîna têne kuştin.
Yek ji pênasa dewletê, di nava sînorên xwe yên diyarkirî de, yekane hêza ku dikare navgîna zorê bi rehetî bikarbîne ye. Yanî ew hêza ku dikare însanên xwe bikuje ye, bêyî ku hesabekî bidê gel. Hemû kuştinên ji hêla dewletê ve tê kirin bi awayekî veşartî, meşrû ne.
Di çaxên qraliyetan de jî yekana hêza ku dikaribû însanan bikuje û mafê jiyanê bide însanan qral bû. Lewma nîşana îqtîdarbûyînê ev bû; ku tu bikaribe bikuje û kes vê kirina te pirsyar neke tu îqtîdarî, wekî din ger tu bi rehetî nikaribî bikujî tu nikarî îqtîdarbûyîna xwe bide qebûlkirin.
Ev hişmendiya îqtîdarbûyînê beyî ku tiştekî ji xwe winda bike, derbasî dewletên modern jî bû.
Dema ku dewletek nikaribe di nav sînorên xwe de hinekan bikuje, ew dewlet nikare îddîa bike ku di nava sînorên xwe de serdest e.
Îro li gelek dewletan, însan ji hêla dewletê ve têne kuştin, lê mixabin civaka ku di sînorên wê dewletê de dijî, li hemberî kuştina ji aliyê dewlata xwe ve hatiye kirin tu bertekan nîşan nade; ji nîşandayîna bertekê wêdetir, xwedî li vê kuştina dewletê jî derdikevin û dibejin ku dewletê ew kuştibe, heq kiriye û vê kuştina dewletê wekî serketinekê, wekî tiştekî pîroz tê digihîjin.
Loma ew hîna tênegihîştina ku sereke armanca heyîna dewletê parastina jiyana însên e û dewlet bi tu hincetan nikare însên bikuje.
Ev bûyerên dawî ku li Yewnanistanê pêk tên, dê vê pênasa dewletê, ya hêza ku dikare bi serbestî zorê bi kar bîne û însanan bikuje biguherîne.
Lewma êdî mirovahî têdigihîje ku dewlet bi tenê navgînek e; navgîna ku peywira wê ya yekem parastina jiyana însên e, ger ku ew, vê peywira xwe pêk neyîne û dijî vê peywira xwe, bi hêza xwe ya çekdarî qestî jiyana însên bike, dê ji bingeha xwe ve bê hejandin.
Bûyerên ku li Yewnanistanê pêk tên, her çend li Yewnanistanê pêk tên û hikumeta Yewnanistanê dihejîne jî, bandora van çalakiyan bi tenê ne, bi Yewnanistanê ve bi sînor e û bi tenê ne hikumeta Yewnanistanê hemî hikumetên dewletan dihejîne.
Lewma ev berteka ku li Yewnanistanê li hemberî dewleta Yewnanistaê tê nîşandayîn, di eslê xwe de, berteka li mekanîzmaya dewletê tê nîşandayîn e. Ji bo vê jî helwesta ku gelê Yewnanistanê nişan da, dibe berdevkiya gelê cihanê hemiyan e, ya ku ji kiryarên dewleta xwe ya kujer nerazî, bi gazin.
Bi van bûyerên ku li Yewnanistanê diqewimin, êdî dewlet dê bi rehetî nikaribin însanan bikujin, berî ku însanekî/ê bikujin divê ji xwe re kûr kûr bifikirin.
Êdî kuştina însanekî, ji hêla dewletê ve dê neyê qebûl kirin.
Hişmendiyek bi vî rengî ku ji hêla hemî miletan ve bê parastin helbet dê dinyayê ji nû ve ava bike.
Hişmendiyek bi vî rengî ku ji hêla hemû mirovahiyê ve bê parastin, dê dawî li dinyayeke ku hetanî niha bi şer û kuştinan hatiye vê gavê, bîne.
Ku mirovahî li vê nirxa mirovahiyê ya ku gelê yewnan ala wê hildaye xwedî der bikeve, dê dawî li wan sermayadaran çekan bîne û îmaletxaneyên çekan hilweşîne.
Ku însan, ala mafê jiyana însên, li pêşberî mafê jiyana dewletê hilda, ne pêkan e ku dinya wekî dinyaya berê be. Ne pêkan e ku li dinyayê şer dom bikin.
Tekane hêza ku dewletan li ser piyan digire û wan bi hêz dike, însan e. Însanên ku canên xwe fedayî berjewendiyên dewletê dikin e. Ger ku însan, êdî hew canê xwe fedayî dewletê û berjewendiyê kir, ne pêkan e ku dewlet heyîna xwe domdar bike.
Tişta ku li Yewnanistan der bûye, ev e. Êdî însan ji dewletê re dibêje, tu nikarî min bikujî û helbet dê bibêje, ez ji bo te xwe nadim kuştin jî. Ji bo vê sedemê jî, ev bûyerên ku li Yewnanistanê pêk tên ne bûyerên ji rêzê ne, bûyerên ku di pêşerojê de dê reng bide çarenûsa dewletê û mirovahiyê ne. Bes ku hemû civakên cîhanê xwedî li vê nirxa ku gelê yewnan lê xwedî derdikeve, derbikeve.
gernus@msn.com**
Nivîsên Şengul Ogur ên ku di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- Bersiva Xanî ji bo Gazalî
- Di du rêzikan de xwendina Cizîrî
- Obamayê spî û hêviyên reşik
- Wekî fenomen kurdî
- Ji bo kapîtalîzkê "El Fatiha"
- Z-URVAN:GIYANÊ ‘’Z’’ YÊ
- Zanîna me jî ji 'Z'yê tê
- Zimanê kurdî bingeha felsefeya heyînatiyê ye
- Rewşenbîrên fisok û kusok
- Rîskên li zimên xwedî derketinê
-Qoroya Serxweşê Zimên
- Ji Konferansa TZPKurdî "Bang" derket
- Feqiyê ku bi Cizîrî re hevaltî kir kîjan Feqiyê Teyran e?
- Gelo jidayikbûna Cizîrî ne sed sal berê be?!
- Ji albuma wêneyên şikestî
- Giriyê Mirinê