Şengul Ogur
Ger ku bi daxwazên hukumdaran dinya bibûya bihuşt dê li vê dinyayê zûde bihuşt ava bibûna. Lê dinya ne li gorî gotin û daxwazên kesekî û derdora wî diguhere.
Îro li ser serkeftina Obama hêviyên pir mezin têne girêdan. Dibê qey Obama bi serê xwe dê hemû çarenûsa gerdûnê biguherîne û dinyayê ji nû ve ava bike. Bi hemû navgînên pergalê dixwazin ku bi mirovahiyê vê derewê bidin qebûlkirin. Dema ku em guhê xwe bidin gotinên ku li ser serkeftina Obama têne gotin, Obama mîna pêxemberekî tê nîşandayîn.
Dibê qey Obama Mûsa ye û hemû mirovahî jî cihûyên kole ên di biniya desthilatdariya Fîrewn de ne û encax Obama dikare cihûyan (mirovahiyê) ji bin desthiladdariya Fîrewn rizgar bike.
Di vir de ya pêşî em bibêjin ev e ku Obama ne pêxember e, ne Mûsa ye. Lewma dema pêxemberiyê zû de çûye.
Lê wer dixuye ku "pergal" dixwaze serdema pêxemberiyê ava bike. Da ku mirovahiyê li dora wî kesê ku pêxember hate îlankirin kom bikin û wê mirovahiya ku hêviya xwe ji "pergal"ê birî, pê razînin da ku "ji rê dernekevin" û li riyên din ên alternatîf negerin.
Çi rasthatinek balkêş e ku tam jî di vê kriza global a kapîtalsit de Obama pêxember hate îlankirin!
Çi rasthatiyek balkêş e ku tam jî bi vê krîzê re girêdayî dema ku dê bi mîlyon însan bê kar bimînin Obama wekî "xelaskerê mirovahiyê" derkete pêş!
Bi tenê kenogirî dibim dema ku hin kes bawer dikin ku dê "Obamayê xelaskerê mirovahiyê" pişta xwe bide berjewendiyên Amerikayê ‘û Amerikayê li dû xwe bikişkişîne û pê re jî dinyayê ber bi 'utopya'yê ve bibe!
Ê ku di vê baweriyê de ne qet haya wan ji heyina "pergal"ê nîn in.
Ger Obama yekî dirust be jî, ger yekî aştîxwaz, azadîxwaz be jî ne pêkan e ku Obama bikaribe vajiyî "pergal"ê rawest e. Nexwasin vajiyî pergala Amerikayê!
Riknên Amerikayê berî niha bi nêzî pêncsed salî piştî Kolombî ew der kifş (dagir kir, ev dagrikrin jî bi Tewratê rewa kir) û hemî niştecihên wir hatin qirkirin hate avêtin. Riknên Amerikayê li ser can û cesedên niştecihên Amerikayê bilind bû û bilind dibe. Amerika li ser bingehên fabriqeyên ku dûxan ji kulekên wan bilind dibû ava bû. Amerika maka pergala kapîtalîst e. Vêca Obamayê reşikî reben dê çawa bikaribe vê pergalê biguherîne?
Ne Obama bavê Obama jî nikare mûyekî ji "pergalê" bike û ew bi xwe jî nake.
Mesele hêsan e; Amerikaya ku wekî keleha herî azad a dinyayê xwe bi dinyayê dabû qebûlkirin, ev çend salan wekî dijminê azadiyê hate têgihîştin û rast e jî ev têgihîştin. Bi Obama dixwazin vê bayê ku li dijî Amerikayê qulibiye rast bikin û dîsa Amerikayê wekî keleha herî azad a dinyayê bidin qebûlkirin. Ev anîna hevsengê ya pergalê ye, lîstik e.
Di derenceyên pergalê de bilindbûyîn ne hêsan e. Ji bo ku di vê derenceyê de neqebeke bilind bibe divê tu du neqeban "ji xwe dakeve". Di pêvajoya bilindbûyîna vê derenceyê de dema ku mirov digihîje neqeba herî jor tu tiştê ku tu bikaribî bibêjî "ê min e" namîne.
Îro reşikê me jî gihîşt neqeba herî jor a "pergalê".
Ji bo vê sedemê jî Obamayê çerm reşik têra xwe spî ye.
Wekî spiyên me yên ku digihîjin neqeba herî jor a pergalê.
Çawa em nikarin hêviyan ji spîkên xwe bikin, bila ne çermreşk ne jî mirovahiya reben tu hêviyê ji Obamayê spî neke.
Ger hêviyeke me hebe bila ew kesên ku hêviyê ji Obama dikin bigihin hev jixwe dê dinya di rojekê de bibe bihuşt.
gernus@msn.com**
Nivîsên Şengul Ogur ên ku di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- Wekî fenomen kurdî
- Ji bo kapîtalîzkê "El Fatiha"
- Z-URVAN:GIYANÊ ‘’Z’’ YÊ
- Zanîna me jî ji 'Z'yê tê
- Zimanê kurdî bingeha felsefeya heyînatiyê ye
- Rewşenbîrên fisok û kusok
- Rîskên li zimên xwedî derketinê
-Qoroya Serxweşê Zimên
- Ji Konferansa TZPKurdî "Bang" derket
- Feqiyê ku bi Cizîrî re hevaltî kir kîjan Feqiyê Teyran e?
- Gelo jidayikbûna Cizîrî ne sed sal berê be?!
- Ji albuma wêneyên şikestî
- Giriyê Mirinê