Diyarname
Belgefîlmê bi navê "Mamoste Arsen" ji aliyê derhêner Ozkan Kuçuk ve li ser pandomîmkarê kurd Arsen Poladov hatiye kişandin. Di van rojên her kes li mala xwe ye de em îro vî belgefîlmî derdixin pêş û pêşniyar dikin.
Pandomîmkarê kurd Arsen Poladov di sala 1939'yan li gundê Tilik tê dinê. Ew di sala 3'yan de Beşa Felsefe ya Zanîngeha Leningradê (St. Petersburg) terk dike û di sala 1967'an de berê xwe dide Zanîngeha Moskovayê. Li wê derê Beşa Rejîsorî dixwîne. Yek mezinê pandomîmê yê dinyayê Marseille Marso di sala 1961'ê de derdikeve tûrneyê û tê Moskovayê. Di vê tûrneyê de Arsen Poladov wî dinase, pêre dikeve têkiliyê û 2 salan jê dersê digire. Piştî vê pêvajoyê Poladov di sala 1971'ê de bi piştgiriya rêveberiya Yekîtiya Sovyetê li Erîwanê Şanoya Pandomîmê vedike.
Dûre bi piştgiriya Wezareta Çandê ya Sovyetê di bin rêveberiya wî de Şanoya Dewletê ya Moskovayê ava dibe. Ew di navbera salên 1975-1995'an de li şanogehê wekî rejîsorê sereke kar dike, şanogeran digihîne.
Pandomîmkarê navdar Poladov di sala 1995'an de li Zanîngeha Yaroslavl a Dewletê di Beşa Dîroka Pandomîmê de wekî hindekar kar dike û dersê dide. Paşê bi vexwendina Akademiya Kurd li Prag, Parîs û Berlînê dersan dide.
Piştî kurd li Bakur bi navê HADEP'ê şaredariyan bi dest dixin dest bi çalakiyên çandî dikin. Di destpêka salên 2000'î de Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê di festîvala çandê de Arsen Poladovê ku dilê wî bi kurdî lê dide jî vedixwîne Amedê. Poladov li Amedê derdikeve festîvalê, li Stenbolê jî di bin banê NÇM'ê de dersê dide şanogerên kurd. Poladovê ku ku li dinyayê yek ji pandomîmkarên navdar bû û kurd bi wî serbilind bûn di 2'yê avrêla 2004'an de li Yaroslavlê di encama qeyrana dil de wefat dike.
Û belgefîlmê ku niha em pêşniyar dikin bala temaşevanan dikişîne vî kurdê navdar, pandomîmkarê hêja...
Dema Poladov ji bo festîvalê tê Amedê derhêner Ozkan Kuçuk dikeve dû, berê kameraya xwe dide wî û wan kêliyan nemir dike. Piştî Poladov wefat dike, derhênen Kuçuk carek din li dîmenan temaşe dike, dineqîne û belgefîlmekî jê derdixe: "Mamoste Arsen".
Belgefîlmê ku di sala 2004'an de tê kişandin çîroka pandomîmkarê navdar ê kurd pêşkêş dike. Belgefîlm di sala 2005'an de li Festîvala Belgefîlman a 1001 û li hin cihên din hat nîşandayîn.
Em jî vî belgefîlmî carek din derdixin pêş û pêşniyar dikin.
KUNYE:
Nav: MAMOSTE ARSEN
Derhêner: Ozkan Kuçuk
Kamera: Ozkan Kuçuk, Fesih Alpagu, Savaş Boyraz, Metin û dengdayîn: Ozkan Kuçuk:
Wergera ji bo kurdî: Cemil Oguz
Vesazkirin: Ozkan Kuçuk, Zeynep Uguz
Sala kişandinê: 2004
Mawe: 29 deqe
Ji bo temaşekirinê lînkê bitikînin:
MamosteArsen from cin amed on Vimeo.