Diyarname
Pirtûka siyasetmedar Gultan Kişanak a bi navê "Kurt Siyasetînîn Mor Rengî" (Rengê Mor ê Siyaseta Kurd) û pirtûka nivîskar-rojnamegera ji DYA'yê Gayle Tzemach Lemmon "Kobanî'nîn Kizlari: Îsyanin - Cesaretîn ve Adaletîn Hîkayesî" (Keçikên Kobanî: Çîroka Serhildan - Dilpolayî û Edaletê) hatin qedexekirin.
Her du pirtûk li Tirkiyeyê bi tirkî hatibûn weşandin. Pirtûka "Keçikên Kobanî" bi wergera Zerya Baran ji aliyê Weşanên Avestayê ve hatibû weşandin. Pirtûk ji aliyê 4'emîn Dadgeha Cezayê Sulhê ya Îzmîrê ve hat qedexekirin. Dadgehê biryara berhevkirina jî pirtûkê daye.
Rojnameger Lemmon di pirtûkê de cih daye çîrokên jinên kurd ên li Rojava li hemberî DAIŞ'ê şer kirine.
Heman dadgehê biryara qedexekirin û berhevkirina pirtûka Kişanak "Kurt Siyasetînîn Mor Rengî" jî daye.
Kişanak dema girtibû ev pirtûk nivîsandiye û têde li ser rola jinên kurdan a di nav siyasetê de sekiniye.
Berê 2'yemîn Dadgeha Cezayê Sulhê ya Îzmîrê biryara qedexeya pirtûka Kişanak dabû, li ser îtîrazê ev biryar hatibû betalkirin, lê niha dadgehek din biryar da.


