Diyarname
Enstîtuya Kurdî ya Parîsê di sala 1984'an de şahiya Newrozê li dar dixe û gelek hunermendên kurd wekî Şivan Perwer, Ciwan Haco, Yilmaz Guney beşdar dibin. Niha dîmena vîdyoyî ya wê şahiyê hat belavkirin.
Di şahiyê de ligel axaftinan stran têne gotin, govend tê gerandin. Lîstikvan û derhênerê navdar Yilmaz Guney ew axaftina xwe ya navdar "Emê bi ser bikevin, miheqeq emê bi ser bikevin" jî wê şevê dike û ew jî di vê vîdyoyê de cih digire.
Va ye ew dîmen: