Diyarname
Dizê pirtûkan di diziya xwe ya dawî de hat qufaltin.
Li Japonyayê kesek 61 salî li gelek herêman ji pirtûkxaneyan hehta niha 1170 pirtûk dizîne. Dizê ku navê "Dizê entellektuel" lê kirin, li mala wî bi buhaya 25 hezar dolar ansîklopedî û pirtûk hatin dîtin.
Dizê bi navê Mitsuka Suizu di 7 salan de li herêma Ube ya Japonyayê bi ser hezar pirtûkî re dizî. Wî her pirtûkên dizîn li mala xwe kom kirin û di encamê de bi buhaya 25 hezar dolarî pirtûk hatin berhevkirin.
Şefê polîsan Yosuke Miyoshi ji bo televîzyona Amerîka ABC axivî got ku Suizu dema ji pirtûkxaneya gel a Nagato pirtûk diziye hatiye qufaltin û ew li xwe mikur hatiye ku pirtûk dizîne.
Miyoshi wisa gotiye: "Ew evîndarê pirtûkan e. Ew ne tenê wan dixwîne, dixwaze nêzî hemû pirtûkan be."
Diz Suizu di 7 salên ku her pirtûk dizîne de ne betal, berevajî vê yekê xwedî karek bûye. Wî piranî pirtûkên li ser dîrokê û biyalojiyê, her wiha ansîklopedî dizîne.
Li gor biryarên Japonyayê kesê dizî kiriye yan dê bi 10 sal cezayê hepsê, yan jî dê bi 500 hezar Yena Japon bê cezakirin.