Berxwedana Elektropola
FÊRGÎN MELÎK AYKOÇ
Romana kurdî her diçe dewlemend dibe. ‘Berxwedana Elektropola’ navê berhema nivîskarê hêja Mervan Serhildan e û rengeke din da ya romana kurdî.
Birêz Mervan sala 1958'an li navçeya Þemrexê tê dinê, dibistana seretayî û navîn li bajarê xwe, lîseye jî li Edeneyê diqedîne. Li Zanîngeha Gaziyê beþa rojnamegerî û ragihandinê dixwîne. Dema 12'yê Rezberê de tê girtin û bi cezayê darvekirinê tê darizandin, dûre tê berdan. Di perwerdeya mamostetiya kurdî re jî derbas dibe. Bi salan di Azadiya welat de dinivisîne. “Berxwedana Elektropola” romana wî ya yekem e.
Îþkence û xwînxwariya li zindanên li Kurdistanê bi wê cinawiriya ji hiþ û mejiyan der zindanên Saygon û qampên civandinê yên Naziyan di siya xwe de hiþtiye. Li ser vê hovitiya li zindanan bi dehan pirtûk, roman û gotar hatine nivisandin. Ev romana "Berxwedana Elektropola" jî vê hovîtiyê bi rengekî din li ber çavan radixîne.
Roman bi kurdiyeke gelek zelal û vegotineke herikbar hatiye nivîsandin, cih bi cih ne tenê ketiye nava hestên goriyan, ew giyan û psikolojiya psîkopat ya îþkencekaran jî li ber çavan raxistiye,
Mijara Romanê:
Celadet ne mirovekî polîtîk û aktîf e, lê dîsa jî bi tevî çend hevalên xwe li ber pêla girtinên dema 12'yê Rezberê dikeve. Dagirkerên tirk xwerû jî di wê demê de berê mirov digirtin, li pey jî li tewan û sûcekî digeriyan ku têkin stûyê girtiyan û bi wan bidin pejirandin, wekî îfadeyên wan bi wan bidin îmzekirin. Celadet tu tiþtekî napejirîne, her daxwaziyên wan red dike, lê ji ber îþkenceyan tê ber xala dînbûnê, psîkolojiya wî tevlihev dibe. Dema tê berdan jî tevê refên þerwanan dibe û azadiya çiyan diçêþtîne.
Mirov dema romanê dixwîne, bi xwe jî ew rojana nedîtibe jî, xweber wan rojan dijî, wekî Celadet li dijê vê dewlet û pergala wekî robotên elektronîk, di berxwedanê de dipije, dibe wekî dijberê vê pergalê, mîna Elektropla îþkencekaran diteqîne. Di wê dema îþkenceyê de hestên hêvî dagirtî û yên li ber têkçûnê, guman, û daxwazên mirinê, nefretê li dij mirovahiyê hemûyan li gel hev dijî.
Çend Hevok
Di dema îþkenceyê de rewþa giyanê: "Xof û tirsê da ser. Pêlek ricifokê mîna pêlên behrê ji serê tiliyê lingê wî heta porê qota serî pê girt û hejand." R: 43
"Vê (ev) derê zîndana pergala kolonyalîst e. Bext û bawerî tuneye... Her kes xwediyê reng û rûmeta xwe ye." R: 96
"...Dewletên ku pirtûkan xeternak dibînin û qedexe dikin, stêrka wan ne pir bilind e." R :167
Li pey îþkenceyên direj û þikestina anorê rewþa giyana berxwedêr wiha vedinivîse: "Xwebaweriya wî, biryardariya wî ya li dij pergalê, agirê azadî û demokrasiya dilê wî gav bi gav diçilmisî, diçewisî û vedimirî." R: 196
Dema mirov van rêzan dixwîne, girtina dilê azad tê bîra mirov û giyan li mirovan teng dibe: "Sê aliyên hucreyê dîwarê kor û sar bûn. Hêla mayî jî deriyekî zingarî, reþ û tarî." R: 218
"Her ku dengê elektronîkê dihatê, di nava zîndanê de xwe ji nû ve hepis dikir û dixist zîndana dudyan, ji dil jî te digot qey, di tixubên mejiyê xwe de zîndaneke din saz kiriye." R :343
Hevoka dawiyê: "Dan dû Emer; di nav newal û nezarên herêmê re û di nav dar û deviyan re wekî bazan ji ber çavan wenda bûn." R: 440
Nasnama Berhemê:
Navê Berhemê: Berxwedana Elektropola
Niviskar: Mervan Serhildan
Berg: Li ser zemîneke spî kesekî di zîndanê de li piþt þirtên hesinî bi aram dinêre.
Weþand: Berbang Stenbol, 2015.
Bi giþtî 440 rûpel e.
balani51@gmxl.de
26.10.2016, Yenî Ozgur Polîtîka