logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Li Dêrikê qeydên heta 1924'an û windakirin, talankirin!
  2. Gayanê Spanya serê dîkanê Fransa tera kerd
  3. Çarîk fînal bi maça Fransa-Spanyayê dest pê dike
  4. Keşeyên Bûdîst ji bo 'flort'ê bûn navbeynkar!
  5. Lîstikvan Sam Neil mir
news-details

Hevseroka Kantona Cizîrê Yusif: Em di avakirina civaka demokratîk de bi israr in

Hevseroka Kantona Cizîrê Hediye Yusif ku di nava Şandeya Rêveberiya Xweser a çavdêriya hilbijartinan de cîh digire got:

  • Dîrok: 13/03/2015
  • Beş: Nûçe

HOGIR EBDO

AMÛDÊ – Hevseroka Kantona Cizîrê Hediye Yusif ku di nava Şandeya Rêveberiya Xweser a çavdêriya hilbijartinan de cîh digire got: “Me bi xwe serdana navendên hilbijartinan kir û dît ku gelê me bi xwe dengê xwe bikarî tîne û nûnerê xwe diyar dike. Her çiqasî êrîşên hebin jî em di avakirina civakeke demokratîk de bi israr in.”

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma cizîrê ji bo şopandina xebatên hilbijartinên meclisên şaredariyan ên herêmê ku îro saet di 08.00’an de destpê kirin 3 şande ava kirin. Erka şandeyan ew e ku serdana navendên hilbijartinan bikin û xebatên dengdayînê ji nêz ve bişopînin.

Şandeya yekemîn a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ji Hevseroka Herêma Cizîrê Hediye Yûsuf, Serokê Desteya Parastinê Ebdulkerîm Saruxan, Serokê Desteya Karê Derve Ebdulkerîm Umer, Seroka Desteya Darayî (maliyê) Remziye Mihemed, Serokê Desteya Karê Hundirîn Kenan Berekat, herdu cîgirên Hevseroktiya Herêmê Efram û Xedîce Îbrahîm, Berpirsyara Buroya Peywendiyên TEV-DEM’ê Çinar Salih, Serokê Desteya Karûbarên Şehîdan Rêzan Gulo, her wiha nûnerên meclisên gel ên Dêrik û Girkê Legê pêk dihat. Ev şande çavdêrî li xebatên hilbijartinên bajarên Dêrik, Çilaxa, Girkê Legê, Tirbespiyê, Qamişlo û Amûdê kir, serdana navendên dengdayînê bû û makanîzmeya hilbijartinan bi xwe şopand.

Şandeya duyemîn ji Hevserokê Meclisa Zagonsaz Hekem Xelo, Cîgirê Serokê Meclisa Rêveber Hisên El-Ezam û hin serokên desteyên herêmê pêk tê. Ev şande xebatên hilbijartinan li aliyê Hesekê dişopîne. Ji bo şopandina xebatên hilbijartinan li bajarên Dirbêsiyê û Serêkaniyê şandeya ji Serokê Meclisa Rêveber û hin alîkarên din pêk tê di nava tevgerê de ye û serdana navendên hilbijartinan dike.

Ji bo nirxandina serdanên ku şandeyên Rêveberiya Xweser li seranserî herêmê pêk anîn, Hevseroka Herêma Cizîrê ji ANHA’yê re axivî.

Hediye Yûsuf got: “Di destpêkê de wekî rayedarên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk her yek ji me bi xwe li bajarê xwe çû ser sindoqên hilbijartinan û dengê xwe bikar anî. Şandeya ku me avakiriye serdana gelek navendên hilbijartinan ên herêma Cizîrê kir. Li Dêrikê me serdana du navendan, li Girkê Legê navend, li Çilaxa navendek, li Qamişlo navendek û li Amûdê navendek kir û makanîzmeya dengdayîna welatiyan bi çavên xwe dît û şopand. Hevalên me yên li Hesekê, Dirbêsiyê, Serêkaniyê jî bi xwe çûn serdana navendan kirin û çavdêrî li rewşê kirin. Li gorî ku me şopand, hilbijartin bi awayekî pir baş û demokratîk derbas dibin, li hemû navendên hilbijartinan qerebalix hebû û welatiyên li ber wan kom bûbûn. Gelê me êdî rastiya çawaniya dengdayînê nas kiriye û dikare bi hêsanî dengê xwe bide û nûnerên xwe derbixe. Ev yek jî li gel ji cihê rêzdariyê ye.”

Hediye Yûsuf axaftinên ku berî niha li kolanan derbarê hilbijartinan bi bîra kesên ku belav dikirin, xist û got: “Berî hilbijartinan gelek aliyan digotin ku kes naçe ser sindoqan û dengê xwe bikar nayîne, lê di rastiyê de tişta ku îro li herêma Cizîrê pêk hat û hilbijartinên demokratîk ên bi qerebalix ku hatin kirin û çavdêriya ku me kir, ev yek berovajî pênase kir û îsbat kir ku gelê herêmê dikare nûnerê xwe diyar bike.”

Yûsuf bal kişand ser hejmarên zêde yên hilbijaran û wiha anî ziman: “Li ber navendên hilbijartinan welatiyên ji hemû pêkhateyên kurd, ereb û suryanî kom bûne, dibe ku dema hatiye diyarkirin (20.00) têrê neke ku hemû welatî tê bigihêjin, ji ber vê jî eger Komîseriya Bilind a Hilbijartinan erê bike em ê bixwazin ku li hin deveran dem were dirêjkirin.”

Hediye Yûsuf got: "Li hin deverên herêma me şerên pir dijwar tên jiyîn, ji ber vê jî li hin cihan hilbijartin hatin paşdexistin, lê li piraniya bajarên herêmê hilbijartin bi awayekî zelal û demokratîk pêk tên. Her çiqasî em di nava şer de bin, çiqasî êrîş werin ser me, em ê him parastina xwe bikin  û sîstema civaka xwe ava bikin. Em di avakirina civakeke demokratîk de bi israr in û bila ev bibe name ji bo hemû aliyên xêrnexwazên me. Gelê me jî him di şer û him jî di pêngava avakirina sîstema demokratîk de bi me re ye.”

Hevseroka Herêma Cizîrê Hediye Yûsuf encama dengdayînê ku dê were derxistin û kesên ku wê bibin endamên meclisên şaredariyan li tevahiya welatiyên herêma Cizîrê pîroz kirin û destnîşan kir ku encama derkeve encama vîna wan a azad e.


Parve Bike

Youtube Me

Nanê Gel li benda gel e

news

Rewşa dawî ya Birca Belek

news

Keçikek û xapandina civakê

news

Dîroka Edebiyata Kurdî (Serdema Berî Îslamê, Serdema Xanedanan)

news

Ji bo kêfa dide me, 3 deqe bo wî

news

Dema ku dinya kêfê dike

news

Jinên kurd ên navdar

news

'Bavê Min ê Mitirb', Çiya Mazî qal dike

news

'Kêzxatûn'a Delalê

news

Bêrê ma eyro şin ZENGE

news

DOSYA: 53 helbestên li ser şer

news

Kurdên Anatoliya Navîn

news

2 rojan de kurdan 4 komeleyên kurdî vekirin; li Amerîkayê çend komele hene?

news

Mem Ararat, Arda Guler, Kom Muzîk, hiqûq û tiştên din...

news

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Helîm Yûsiv: Ji bo Ehmedê Huseynî

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 13 07 2026

Serokê Saadetê çû serdana Demîrtaşî

news
  • 12 07 2026

Kraliyeta Brîtanyayê zora Kraliyeta Norwecê bir!

news
  • 11 07 2026

Helbestvan Ahmet Telli mir

news
  • 10 07 2026

Ji bo navê Kobanî çalakî li dar xistin

news
  • 10 07 2026

Kursa etnomuzîkolojiyê ya bi kurdî li benda serîlêdanê ye

news
  • 10 07 2026

Senarîst û lîstkvanê kurd li Japonyayê çawa mir?

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Li pey Heyatê: Here ku tu naçî

  • Dilşêr Bêwar
news

Qadek malwêranî ya nivîskar, rewşenbîr û hunermendên kurd

  • Hogir Berbir
news

Qirdiktî

  • yeqîn h.
news

Tifaqî = Hezkirin

  • Çorê ARDA
news

Şîrket çawa tê birêve birin, DEM Partî çawa?

  • Cemil Oguz
news

Ev resim ji ku nizilîn?

  • Dilşêr Bêwar
news

Konferansa Diyasporaya Kurdan

  • Zekî OZMEN
news

Însan hê nebûne însan li taxên paragrafên qetiyayî

  • H. Kovan Baqî
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
Ev jî hene
ad

Dengek tirkî ji 'Uludere Muzik Vadisi' ya Şirnexê

ad

Em te bi hurmet bibîr tînin Xalo

ad

Saet: 24.00: Navçeyên Amedê yên DTP'ê ne (hate nûkirin)

ad

Hevpeyvîna bi Jan Dost re

ad

Messî gol neavêt, Şîlî du caran bi ser ket!

ad

Rûşen Alkar konserek dide

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Li Dêrikê qeydên heta 1924'an û windakirin, talankirin!

  • 14 07 2026
news

Gayanê Spanya serê dîkanê Fransa tera kerd

  • 14 07 2026
news

Çarîk fînal bi maça Fransa-Spanyayê dest pê dike

  • 14 07 2026
news

Keşeyên Bûdîst ji bo 'flort'ê bûn navbeynkar!

  • 13 07 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname