Diyarname
Li Şirnexê komek muzîkê çêbe dê bi kurdî bistrê ne? Lê li navçeya Şirnexê Qilabanê? Helbet li wir jî wê bi kurdî bistrê. Lê ev kom bi kurdî nastrê.
Vaye çîroka komê û muzîka wan:
Berpirsê Emniyeta Navçeya Qilabana Şirnexê li dibistanan geriya ye û xwendekarên ku aliyên wan ên muzîkê xurt bûne anîne ba hev. Di 4 mehan de dersa deng û rîtmê daye wan û ji wan komek bi navê "Uludere Muzîk Vadisi" (Newala Muzîkê ya Qilabanê) çêkiriye. Li bajar, li navçeyeke kurdan helbet ne kurdî, stranên bi tirkî bi wan dane xwendin û niha klîbek ji bo wan çêkirine. Em bibêjin hûn bi xwe şirove bikin. Vaye klîba wan: